MA WÊ ÇARESER BE?

Tê gotin „Wê pirsgirêka Kurd çava çareser bibe’“. .Ji bo çi û bi çi awayî û çawa ji bo kê Kurd  bûne pirsgirêk? Gelo ew ne şaşîtîyek mezine?

Tê gotin Nebî A.S  Nifir (!) li me Kurdan kiriye. Vegotiye ku bi saxî emê bikevin ber lepê Romî-Ereb û Eceman. Hê jî ne şêx ne melle uû ne jî zanayên me pê nizanin ku ji bo çi?

Dîsa jî dixwazim pirs bikim: Ma ew daxwazên me yên netewî û mafê me wê çawa bi cîh be, ewê çareser bibe?

Min ji bo zelalkirina vê pirsgirêkê ji hin pisporan pirs kir û bersivek girt..

Ji bo çareserîkirinê 2 rê û regez henin.

1-) Kurdên derve û yên welêt ji ber daxwazên siyasî qelew bûne û nexweş ketine. Divê ew ji wê qelewbûnê azad bibin. Ji bo çareserkirinê jî her Kurdek li sehera sibê li kerê siwarbe û vebêje../bijî, ew, ev û hew,  daku  hest û ruhên wan ê netewî bilind  bibe.

Mixabin ev regez di amelî de bi kêr nehatiye û kerên Kurdîstanê jar uû perîşan bûne.

 

2-) Ew çareserîya ku ji hêla emperyalîst û mêtîngehkaran ve tête pêşkêşkirin jî ev e.

Divê mirovên qelew şilf û tazî têxin pêş reşikekî qerase û reşik jî bide pê vî (bi wê regezê li  Emerîkayê gelek mirovên qelew pê zirav bûne, tenê çerm û hestî mane..

 

-Ma bi vî awayî wê halê me çareser bibe?

-Na xêr..

Di wê encamê de ji jor û ji banî dengek hat:

-Lawooo, şansekî bide min! Qet nebe daxwazên xwe raste rast bîne ziman, serok û rêberên welatparêz bipejirîne ku bi çare be..

-Ekolojîk…..jîk…jîk.. ma wê çareser be?

-Na lawo..naaa keve serê te, disa jî çare ew e, rê û regezê duemîn…

About The Author