Karmendekî Kurd ji xwe re li bajarê Mersînê vîlayek (keşane) havîngeh çêkir. Di demsala havînê de zar û zêç diçûn li wir dema xwe derbas dikirin. Karmendê me havînek bi trimpêla xwe ya Mercedes çû dayîka xwe ji Mûşê siwar kir û anî ku ew jî di dawîya temenê xwe de çend rojên bextewar bijî.
Ê bendî trimpêl bi klîma ye, hênik hênik hatin wê germa havînê. Vîla jî bi klîma ye hênik e, haya meta me ji teknolojîyê tune. Belengazê ji gundê xwe madatir tu derek ne dîtîye û tiştekî jî nizane. Carê carek dibê “ Weyêê welatê we çiqas sar e, gundê me germbû bavo “
Zar û zêç hatin li meta me xêrhatin kirin, hal û hewal pirs kirin. Meta me jî dilxweşbû ku malbat bi komî li ba hev bûn. Demek şûn da keça malê Gulîstan bi tîşortek bê mil wek atlêt ji derve de hat malê, destê dapîra xwe maç kir. Dapîrê Gulîstan hembêz kir got “ Keça min tu çima wuha tazî digerî? Sar e tuyê xwe bicemîdînî, nexweş bikevî ! “
Gulîstanê got “ Wîî pîrê pir germ e, ez nacemidim. Tu destûr bidî ezê biçim hevalên min li benda min in, em dileyîzin “ Lê metê destûr neda.
Meta me got “ Ka êlegê vê keçikê lêkin, sar e bila necemide “ Gulîstanê dît waye dapîr qanî nabe wê êleg lê ke, bi lez derket derve û bang li dapîrê kir “ Pîrêêê! Hela were ezê tiştek nîşanî te bikim “ Meta me bi xiroşî derket çi bibîne! Kele kela germa havînê ye, qije qija kulîya ye ji germê. Germeke wisa heye wek agirê cehnemê ye. Ji nebîya xwe Gulîstanê bawer kir û zivirî malê.
Ji kurê xwe re got “ Wîî lawo te cîh nedît te ev zar û zêç anîye kirîye vê cehnemê (dojeh)? Xanîyên we sar, derva germ ev çito welate ?” Paşê pê fêr bû, ku klîma û teknolojî heye werhasil.
Bi rastî jî van rojan gelê Kurd çaralî ketîye dojehê, him hindur him jî derve lê germ kirine. Gurme gurma topa ne, qirçe qirça gule ne, hurme hurma firoka ne !
Xwedê gelê Kurd biparêzerebî, cejna we pîroz be.
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt