Bûbê da ser pişta Ergenekonê

Serokwezîrê Tirkiyê û başçawîşê hikûmeta AKP Kasimpaşalî Receb lotikek bêîman li Ergenekona Tirkiyê xist, qûş li wan qetand û berê wan da heps û zindanan. Her çiqasî „dendik û kevirên giran“ yên Ergenekon û dewleta kûr li ciyê xwe veşartî mabin jî, lê Kasimpaşalî Erdogan qûş li gellek generalên artêşê qetand û per û baskên Ergenekona Tirkiyê şikand.

Ma çi?

Ma Ergenekona Kurd!

Yan jî baskê Kurd yê Ergenekonê.

Nivîskarê Kurd, lotikvanê germik û nermik kekê me Bûbê Eser, gavek mezin avêt, destê xwe xist bin kevir û dest bi eşkerekirina „Ergenekona Kurd“ kir, di vê derbarê de çend nivîs nivîsandin û xuyaye wê kekê me Bûbê heta bi dawî bide dû şopa Ergenekona Kurd.

Kekê me Bûbê bi „Ergenekona“ nava KUK ê dest bi şer kiriye. Xuyaye dixwaze berê Ergenekona di nava KUK ê de eşkere bike, piştre jî yeko yeko bê ser Ergenekona nava rêxistin û partîyên din. Her çiqasî „Ergenekon“ a di nava KUK, PSK, RIZGARÎ û rêxistinên din de li ber Ergenekona di nava PKK de wek „dendikek vala“ be jî, lê ev gav gavek baş e û kekê me Bûbê Eser gavek baş avêtiye, dest bi lotikek pîroz kiriye.

Bûbê Eser ji Dara Bîlek dest bi eşkerekirina Ergenekona nava KUK ê kiriye, piştre bi rêya dost û nasên xwe dor anîye ser Seyitxan Mercan, Evdirehmanê Gundikî û pê de tê. Her çiqas belge û delîlek berbiçav di destê kekê me Bûbê de tunebe jî, hinek xeletî, şaşî û parçekirina rêxistina KUK ê wek belge û delîlên hebûna Ergenekona nava KUK ê pêşkêş dike.

Ez serê we neêşînim, Kasimpaşalî Erdogan tir ji Ergenekona Tirkiyê berda, xuyaye wê kekê me Bûbê Eser jî qûşê li Ergenekona Kurdistanê biqetîne, wê eşkere bike û berê endamên wê bide heps û zindanên Diyarbekirê.

Di vê derbarê de em kekê xwe Bûbê Eser pîroz dikin û hêvîdarin bi xêra wî emê ji Ergenekon û çeteyên li Kurdistanê azad bibin, ji wan xilas bibin.

Haydê kekê Bûbê haydê!

Bide ser pişta Ergenekona Kurd û vê tirê jê re nehêle qurban…..

Swêd

About The Author

One thought on “Bûbê da ser pişta Ergenekonê

  1. Bi rastî mijarek gelek girîn. Lê bi yekî mîna Bûbê Eser ê ku, ne dîroka KUK ê ya ji 1981 ê virde zane û ne jî ti lêkolîn li ser kes û got got a kiriye. Ji ber vê jî ev mesele wê tenê bi siviktiya Bûbê Eser nemîne; di heman demê de wê eşkere kirina hin pirsa jî beravêtî bibe. Mesele bi reyaqsiyonên şaxsî nayên zelal kirin. Hadê em bên di derheqê Daraf Bîlek de serokê Jîtemê Arîf Dogan boxtan yan jî îddîak avet holê, ev nayê wê manê ku Daraf endamê Jîtemê ye. Lê Bûbê bêy ku ti tiştî raxe ortê û ez İddîa dikim ku, Bûbê pirtûka Arif Dogan nexwendiye!!!!!!!! Werhasil, ez minaqeşe kirina pirsa tabiî dibînim;ger ew bi kesê rast ve bê mineqeşe kirin. Ez banga Seyitxan di cî de dibînim, lê mineqeşa bi însanê dîroka KUK ê nizane re; û tenê jibo di kaniya gûn de birî ve bê mineqeşe kirin ne rast dibînim. Hevalno….. Hê mirekeba nivîsa boxtanê Bûbê a di derheqê Laleş Qaso de ku, nivîsarê
    qerase wek min go;hêj mirekeba nivîsa vî ziwa nebûbû, rabû EZİR NAME yek qerase weşand. Wehasil nivîskarê weyî kirase tirto wala ye Cigerlerîm…….

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.