Ez şîrheram im kekoooooo!

Çu kes wek vî Xwedayê gewre van kerên bêdûv nas nake. Weke vî şîrheramê me ku dibêje: “Wele, bileh û teleh ez şîrheram im. Ez perwerdehiya bi zimanê Kurdî naxwazim. Bi zorê Misto Kemalê devşîrme ji heqê van Tirkên çiyayî derket, lê heke Qasimpaşalî rabe û zimanê wan serbest bike, wele wê bikutin me gişan, wê di dê û jinên me nin” û di gora heftsed bavê Atatirk û kuna xwe gaye.

Serokê Partiya Misto Kemalê Makedonî, Kurdê devşîrme, ne tenê behsa xwendina bi zimanê Kurdî kiriye, lê behsa laçika li serê dayika xwe jî kiriye û weha Makedoniyan bera ser xwe daye: “Ev çi çarik in, ev çi temezî ne û ev çi poşî ne? Divê ku serê jin û keçikan vekirî be û porê wan li ba bibe, da pîçên me karibin bîhna xwe berdin.”

Mistefa Kemal Qiliçdaroxlî heftsed car kutaye dayika yê Makedonî û weha ji bo zimanê Kurdî gotiye:

“Qerdaşim, ev çi dersa zimanê Kurdî ye oxlim, ev çi cudatî ye, ev çi veqetandin e ku Qasimpaşalî Reco dixwaze têxe nava me babam? Pêşî me teklîf da ku qedexetîya li ser zimanan rabe, lê ne perwerdehî… Lê qerdeşim, eger perwerdehî jî bi zimanê ku nayê fêmkirin çêbibe, wê miletê Tirk li Tirkiyê bibe du perçe û dêya wî bê gan. Yek wê bibe efendî û yê ku heta niha kole bû jî wê bibe efendî. Wisa nabe cîgerim, li Tirko cimhûrîyetî du efendî çênabin. Divê yek efendî û yê din jî kole be. Ev yeka han çênabe û ne mikum e. Dest di ser dest re heye hetanî ba Xwedê. Li Tirkiyê tenê zimanekî fermî heye ew jî zimanê şildim bildim e, yanî zimanê Tirkî ye. Serokê Partiya me yê pêşî, Misto Kemalê Makedonî bi xwe jî heke niha li jiyanê ba, wê pêsîra xwe ji vî Recoyê Qasimpaşayî biweşanda. Neazellaaaaah ji destên vî Recebî… Reco welê kiriye ku hestiyên Ataturk di axurê Anitqebîrê de dilerizin… Ez bawer dikim ku Receb abê kor bûye û tiştekî nabîne. Lê ez nizanim ka çavên wî miyopîk bûne yan hipermetropîk bûne? Divê em wî bişînin textorekî çavan jî” filan û fîstan.

Qiliçdaroxlî di dawiya zirîna xwe de weha gotiye: “Em Kurdan jî, Elewiyan jî, kêmnetewe nabînin. Îro heke tu bêjî Kurd, va ye ez. Lê ez ziman miman naxwazim qardeşim. Zimanê şildim bildim zêdeyî serê min û bavê min e. Heke tu bêjî Elewî, dîsa ha va ye ez. Ez cem û meman naxwazim, ez nikarim her roj di cem û dergehan de lorkê lorkê bilîzim û li sînga xwe xim.  Ez hem Kurd im û hem jî Elewî me. Lê hinek hene ji min re dibêjin şîrheram, bila fedî bikin û bila kêfa Qasimpaşalî Reco jî li min û xwe meynin. Bi sê dînê li dinyayê, gava partiya min were desthelatiyê, ez ê çavên zer û qetikê bi don nîşanî Reco bidim weselam…” filan û hextan.

Hûn şîrheramo dibînin bê çawa li def û zirnê dixe ne?

Mêro hem Kurd e, hem Elewî ye. Lê zimanê Kurdî û cem û dergehên Elewîyan jî naxwaze.

Kuro hey min xirrê Seîd Rizo di bêrîka te kiro, naxwe çima tu li ser şîrheramîya xwe dixeyidî oxlim?

Ma Kurdên ku perwerdeya bi zimanê xwe nexwazin û zimanê wê dewleta ku qirra Kurdan anîye wek zimanê xwe qebûl bikin, ne şîrheram bin naxwe çine ewladim?

Na na Kemal abê, wilo û wisa nabe!

Hem li defê xe û hem li zirnê xe qet nabe!

Madem tu Kurd î û Elewî yî, rabe wek zilaman destê xwe li masê xe û mafê Kurd û Elewîyan bixwaze, biparêze.

Yan na, ha Kemalê Makedonîîîîîîîîî û ha Kemalê Tûncelîlî qet ferqa we tune cîgeriiiiiiiiiiimmmmmmmmmmmm!!

Stenbol

About The Author