Yek ji qehremanên jin Qedem Xer Xan…

sevda-kaplan KopieDi civaka Kurdan de tiştekî nexweş ev e ku ew jî civakek bîrewer nehatîye holê. Mixabin, di dîroka Kurdan de mirovên gelek taybet di nav deman de winda bûne. Helbet sûc ne hew li ser mirovan e, carna şert û mercên jîyanê ne. Lewra gelê Kurd mixabin her tim di nav zordarîyê de jîyaye. Ji ber ku di bin hikûmdarîya çar dewletên bîyanî de jîyana xwe domandine, her tim bûne qolonîya wan. Ji ber wîya jî arşîva xwe ya dîrokî  nikarîbûn biparêzin. Gelek arşîvên nivîskî  bi destê van dewletên bîyanî ve ji holê hatine rakirin û hatine talankirin. Ji ber vîya gelê Kurd jî xwedî li hêjayîya xwe derneketine.

Birastî her kes jî dizane ku heger paşeroja mirov nebe pêşeroja mirov jî mixabin nabe. Ji dîrokê vir de, gelê Kurd ji bo azadbûna xwe her dem gelek serhildan û tekoşîn li ber dewletên bîyanî dane.Di van deman de gelek egîdên Kurdan derketine holê. Di gelek cîyan de navê wan hatîye zikirkirin. Lê mixabin di nav  tekoşînan de qet behsa qehremanên jin nehatîye kirin an jî pir li ser nehatiye sekinandin. Sedema vîya çi bûye? Birastî hîn jî sedem çi bûye nakeve serê min. Birastî gelek jinên egid di van tevgerîyan de cih girtine. Wek; Hefse Xan ‘Edîlê Xan, Mahşeref Xan, Zarîfe xan, Qedem Xer Xan û hwd.

Lê mixabin di derheqê van kesan de agahîyên paqij û durist nehatine bidestxistin. Gelek lêkolînerên vê demê xwestine ku di derheqê jîyana wan de hinek tiştan binivîsînin lê tu agahî nehatine bidestxistin. Ji van yek jî Qedem Xer Xan e. Li gor hinek lêkolîneran li başûrê Kurdistanê li ser vê xanima hêja hinek xebat tê kirin. Bi rastî heger xebatek wisa hebe ez wan kesan pîroz dikim. Lewra lazim e ku mirov van zanyaran bi gelê xwe re parve bike ku bila haya milletê ji wan kesên têkoşer bibe. Divê mirov mafê wan bi gotinên ne bi kurtî, bi gelek pelên ku gotinan tije dike bide. Ew kî bûne û çi kirine?

Li gor agahîyên kurt hinek kes dibêjin ku Qedem Xer xan; Li Rojhilatê Kurdistanê birayê wê li ber şahê Îranê tê kuştin. Piştî mirina birayê  xwe di sala 1932’an de şûna birayê xwe digre. Tekoşîna Kurdan gelek girîng dibîne. Ji ber wîya jî hinek xebat dike. Li ser hinek leşkeran wek fermandarekê dixebite û cih digre. Ji ber vîya jî gelek bi ser dikeve. Lê belê ev serkeftina wê  pir nadome. Şahê Îranê alîkarîya  Omer Şaqakê jî distîne û ji du alîyan êrîşê dibe ser Qedem Xer Xan. Qedem Xer li ber vê êrîşê gelek têkoşîn dide, lê belê êdî bi wan nikare û hêsîr dikeve destê wan. Sê salan di zîndanê de dimîne, lê piştî vîya nexweş dikeve û wefat dike.

Helbet di vê derê de tiştê herî girîng ev e, gelo vê jinikê ji bo milletê xwe çi kirîye. Lê belê em dibînin ku tu agahîyek li ser jîyana wê ya taybet tuneye. Ji ber vîya divê mirov paşeroja xwe bizanibe ku li pêşîya xwe binêre. Dîrok mêjîyê civakekê ye.

About The Author