Kurdistan bûye firdik

Sal, wek teşiyekê, di destên pîrepindekê de dizivirî. Kenekî kambax li ser ruyê wê pîrepindê bû, runiştî bû. Ji ber lîstik li ser cîhanê dikir, bi kêf bû û...

daskan-dibbo KopieSal, wek teşiyekê, di destên pîrepindekê de dizivirî. Kenekî kambax li ser ruyê wê pîrepindê bû, runiştî bû. Ji ber lîstik li ser cîhanê dikir, bi kêf bû û ji dil dikenî…

Li kuçe, kolan, aşxane, meyxane û kerxanên Amedê; keç û xortên Kurd dixwin, divexwin, dilîzin… Xort êdî li dîskotekan bi lîztikên ecnebiyan dilîzin. Hurzî, Bacinî, Xerzanî, Halparkê, Çepkî hatine jibîrkirin. Lîztikên ku ji wan re dibêjin Salsa, Flamenko (lîstikê Îspaniyan), Bale (listikeke Îtaliyan), BreakDance (lîstikeke Amerîkanî) ketiye nav çand û ramana Kurdîtiyê. Di govendê de destgirtin nemaye…

disko KopieQral Mîr Celadet Cêksin û Şahbanû Rewşen Cêksin rêveberiya Kurdistanê dikin. Destê hevûdu digirin, derdikevin nav gelê xwe û wan silav dikin. Qralê Nemir Mîr Celadet Cêksin, smokînê xwe li xwe kiriye, dîsa xencera xwe ji noqa xwe kêm nekiriye. Şahbanû Rewşen Cêksin fîstanek sor li xwe kiriye. Ma ne rast e? Gotine yekî Kurd ku wê wî bi dar vekin; “Daxwaza te ya dawî çi ye?”. Gotiye; “Bela şerîta min sor be”…

Kurdên li Amerîka dijin, xwe“lingî“yek Demokratîq ava kirine. Navê wê kirine “Xwelingîya Kurdishton”. Şaredarê Kurdishtonê, bi navê “Navenda Çanda Mîssîssîppî” avayek vekiriye. Xuya ye ku Amerîka jî bûye qetek ji Kurdistanê. Stêrkên di ala Amerîkî de kirine pencî û sê.

Li Tirkî, Kurd êdî bi “Kürtçe” karin biaxivin. Ê ku perê wî hebe, destê xwe diberde binê bêrîka xwe û zarokên xwe bi “Kürtçe” dide xwendin. Kurdan dev ji parçê axê berdane, li di dûv parlamenterbûn, şaredarbûn û hevserokbûnê de ne.

Werhasil hevalno, dibêjin Kurdistan bûye wek firdik. Dibêjin di nav rezê Kurdistanê de pirr kundir şîn bûne. Daholcî Şemo êdi nema dirahije dahola xwe, Trampetê bi kar tîne. Zebeş bi darê ve çêdibin. Kemançeyê cîhê xwe daye Kontrbasê. Kes nema gizlewêtan dixin piyên xwe.

Guhertinek li Kurdistanê hikim dikir…Ji ber ku hevsar ji destan filitî bû.

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...