Çavên te

ehmedmustefaÇavên te, ronîya herdu çavên min e
Bila fermêska nebarînin
Çavên te çîçek û nêrgiz in, asimenek ji berfa spî ye
Zozana çîyayê Zagrosê ye, buhareke ji gangulokên sor in

cav
Çavên te tabloyeke
Ji rengê gulên buharê ye
Ne hatiye çêkirin
Û ne hatiyê afirandin
Çavên te helbest û kilam e
Gelawêja li ser dil e

Simbola azadîyê ye

About The Author