Kurdîtî-Dînîtî!

devliken-faruqEmrê min nuh ketibû hîjdehan dema ji Mêrdînê hatim li Stenbolê cîwar bûm. Nuh ji huvdehan derbasî hîjedehan bûbûm…

Xortekî çeleng, lihevhatî, piçekî li ber tava Kurdistanê qemirokî û piçekî jî fediyok bûm wê çaxê…(Lê nuha jî her çiqasî cîh cîh tayên spî desthilatdar bin, hîna jî hukmê tayên reş derbas dibe û dil her çargopal lêdide bêgûman)

Wek her xortî nuh av di gunikê min de dawerivîbû, tenê kêliyekê jî sekin li min tune bû. Her li ser xwe bûm, her çalak bûm.

Zû fêrî çand û jiyana Stenbolê bûm. Cilûbergên tewlotewlo, por û rîheke ewrûpî, ger û kêfên beradayî, jin û araq û gelek tiştên ku min nuh didîtin û tahm dikirin…

Êdî bi ber bayê nûjenîzmê û jiyaneke rengrengî ve ketibûm. Her çiqasî toqa malê, berpirsiyariya malê di stuyê min de bû û min xwe wisa hîs dikir jî, sal duwazdeh meh çardehê nîsanê bû ji bo min; her bi kêf bûm, her bi coş bûm, her dida lotikan min…

Lê hêla min î kurdî jî her li pişta min bû mîna çentekên ku ciwanên nuha kêliyekê ji xwe naqetînin. Min hêla xwe yî kurdî û dînîtî, ji Mêrdînê bi xwe re anîbû û her bi xwe re digerand…
Ne şoreşger bûm, lê qet şerm nekir min ji ber çanda xwe, zimanê xwe, nirxên xwe; her bi min re bûn, her serbilind bûm û her bi hev şa dibûn em.

freedom-fund-bannerHîç ji zimanê xwe dûr neketim; min nehişt zimanê min ji min bixeyide tenê rojekê jî; Min zanîbû, bêyî wî ez tune me û wî jî zanîbû ez bi wî heme. Min ew dikir xurt, wî jî ez dikirim kurd…

Jiyana min bi kurdî bû, lê berê min li nûjenîzmê bû. Min hêla xwe yî kurdî nûjen dikir û nûjenîzm bi kurdî bêtir dihişt ku ez ji xwe hez bikim.

Pirê caran ez û hevala xwe ku li gorî nêrîna nifşê wê demê em fahş dihatin dîtin, dema destên me di hev de em di deriyê kafeya NÇMê ya ku tenê bi navê xwe kurdî, diketin hundir, kesên xwedêgiravî kurd ku hayê gelekan ji wan ji kurdbûnê tune, wek cinê çav hesin bikeve, şaş û ecêbmayî li me dinêrîn. Lê piştî ku em rûdiniştin, ji ser maseyên wan kesên ku şaş û ecêbmayî li me dinêrin tirkî û tirkmancî difûriya, ji ser maseya me jî tenê kurdî.

Car caran jî dema ez û heval li kolana Îstiklalê pêrgî muzîkeke kurdî ya reqsok dihatin, bi pantorê xwe yî kin, bi porê xwe yî jolekirî û bi rîka xwe yî bizinkî, min û hevalan, me bi destê hev digirtin û me govend dikişand.
Ha ha ha…

Tey tey tey…

Bişidîn bişidîn bişidîn…

Ya kê ye? Ya kê ye? Ya kê ye…?

Ha ha ha…

Tey tey tey…
Ez û Baqî ku min tu carî navê wî bi lêv nedikir û her min jê re digot Mamoste, bi hev re digeriyan her tim. Her çiqasî bi emrê xwe ji min pir mezintir bû jî, em wek du hevalên hevtemen bi hev re tevdigeriyan. Me bi hev re tolazî jî dikir û ji doxînên hev re xulamtî jî. Ji xwe mezinên me berî me gotibûn, “Heval qewadê hevalê xwe ye…”

Dema ez û Baqî digihan hev, ne tenê me, yên bi me re jî kêf dikirin. Qerf û henek bi erdê ve diçûn. Sohbetên me, şevbuhêrkên me, cıvatên me, qerf û henekên me, rabûn û rûniştina me giş bi kurdî bûn…

 

Rojekê ez û Baqî li kolana Îstiklalê dimeşiyan, komeke biyanî em sekinandin û navnîşanek ji me pirsîn. Me herduyan jî bi îngilizî nizanîbû, lê wek her xêrxwazî me xwest em bi zimanê marmarokan be jî alîkariya wan bikin; lewre bav û kalên me, em temî kiribûn ku hinekan alîkariyek ji me xwest, bi çi awayî dibe bila bibe divê em wan destvala neşînin, lewma jî me jî xwest em alîkariya wan canik û camêrên biyanî bikin û me dest pê kir. Bi tirkiyeke ku mîna mirov bi zimanê zarokan bipeyive û tiştina bi zarokan bide fahmkirin em bi wan re dipeyivîn. Rebenina, li devê me yên bêhemdê xwe xwaromaro dibû dinêrin û şaşomaşo li hev dizîvirîn, lê tiştekî ji me fahm nedikirin.

Ez fitilîm ser Baqî, min go Mamoste, ma ev biyanî bi tirkî zanin? Baqî go na. Min go, madem ku bi tirkî nizanin, em çima xweliyê li serê xwe dikin û kezeba xwe jî, kezeba wan jî dişewitînin û agir pê dixin û diperitînin? Ha te bi tirkî ji wan re gotiye, ha te bi kurdî gotiye, ji bo wan herdu ziman jî biyanî ne û wek hev in. Ji dêleva ku em devê xwe bi zimanê tirkî xwaromaro dikin, da ku em wan li ber xin, em ê bi zimanê xwe û bi destan wan li ber xin çêtir e. Baqî bi bişirîn go, bi telaqê bêfitû, ev gotina te ji orta qur’anê ye û ji nuha şûn de ku biyaniyek tiştekî ji me bipirse, divê em ê tenê bi kurdî bi wan re bipeyivin û hew.

Min bi awayekî bi xwe bawer destê xwe danî ser milê yê biyanî û bi kurdî min dest pê kir.

Binêr berxê bavê min, hûn ê rast bimeşin. Te destê min dîtiye jixwe, rast e mîna şivekê. Yanî hûn ê wek vê şiva destê min rast bimeşin. Piştî meşa pênsed gavî, rê wek çeqelîkekî daran ji hev vediqetin. Li destê min binêrin, yanî yek bi hêla çepê ve xwar dibe, yek jî piçekî bi hêla rastê ve xwe rast bera jêr dide. Okey? Serê xwe hejandin, wek bixwazin bibêjin erê erê okey û çawa okey…
Min berdewam kir, berxê bavê min, jixwe ew rêya ku hûn ê xwe bera jêr bidin, wek marekî ku xwe bi xwêr re dikişkişîne xwaromaro dihere. Ji wê rêyê şaş nebin, ew rê yê we rasterast bibe ser pira Galatayê, we go okêy canêm?
Gişan bi hev re serê xwe kil kirin û yek bi yek ji min re gotin “Tenkyû tenkyû tenkyû…” Min jî “spas”a xwe bi “tenkyû”ya wan guherî û ew bi rêya xwe de, em jî bi rêya xwe de meşiyan…
Axir, bi kurt û kurmancî gelî canik û camêran…

Wê rojê zingînî ji serê min hat.

Wê rojê ziman bû xîret, ziman bû namûs û ji pozê min herikî û hey herikî.

Şewitî pozê min bi agirekî kurdistanî. Ew agir bû kulmeke piling û rûnişt li ser dilê min, hemû hestên min keliyan bi kurdî…

Û ji wê rojê vir de min fahm kir ku kurd netewa kurdî ye û her mam kurdekî kurdî.

 

About The Author