Aha wefadarî ev e haaaaaaaaaa!

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin xelkê navçeya Mawet a girêdayî bajarê Silêmanîyê, dîkan ser jê nakin û goştê wî naxwin. Xelk qîmetek ewqas mezin...

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin xelkê navçeya Mawet a girêdayî bajarê Silêmanîyê, dîkan ser jê nakin û goştê wî naxwin.

diko2 KopieXelk qîmetek ewqas mezin dide dîkil axa ku li ketina navçeyê, li alîye qûntara çiyê, peykerê dîk ê 3,5 metroyî hatiye çêkirin. Yanî, li gor tê gotin, qedr û qîmetê ku xelkê Mawetê dide dîkil axa, nade Mam Celal, Newşîrwan Mistefa û hetta nade kek Mesûd jî.

Li gor di çîrok û çîvanokên berê de tê gotin, dijmin xwestiye êrîşî ser xelkê Mawetê bike. Lê dîkil axa berî wextê xwe bang daye û gotiye “Qîqidiqîqîîîîîîîî, şiyar bin min di we kirino, şiyar bin dijmin hate we” û xelkê Mawetê berî êrîşa dijmin ji xewê şiyar kiriye. Û bi vî awayî xelkê Mawetê ji mirinê azad bûne filan û fîstan.

Aha ji ber vê lotika dîkil axa, xelkê Mawetê ji bo wefa û dilsozîyê goştê dîkil axa naxwin.

Li gor fitne û fesad dibêjin, ji ber ku li Mawetê goştê dîkil axa naxwin, hejmara dîkan ji jifûsa temamê Iraqê zêdetir bûye û herêm di nav zelkên dîkan de maye.

Law hey malnexerabno, heke hûn wan dîkan ser jê nekin û hejmara wan kêm nekin, sibe dusibe wê bazdin ser hev û ji bo mirîşkekê wê qûnê li hev biqetînin baba!

diko Kopie

Silkêmanî

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...