Belê, Tevgera Ciwanên Kurdistan (TEVGER) lotikek din avêt û komela xwe ya 4. an li Silopîyê vekir.
Di vekirina merasîma komelê de dê weledê xwe avêt. Ji gellek gund û bajarên Kurdistanê beşdar amade bûn û vekirina komelê pîroz kirin. Vekirina komela ciwanan bi def û zirne, bi lotik û zîtirkan hat pîrozkirin û ala Kurdistanê Silopî xemiland.
Em wek Tevgera Ciwanên Lotikxanê lotika TEVGER ê pîroz dikin û ji wan re hem li dinyayê û hem li axretê xêrê dixwazin.
Bi xêr û selamet hûnê komela 5,6,7,8,9 û 10 jî di demek nêzîk de vekin û mîrkutekî Kurdistanî li nav serê xêrnexwazan bidin.
Amed