Belê, PYD, YPG û asayîşa wan dane ser pişta PDK-S (Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê) û bi qamçîyan bi nav guhê wan dikevin. Li gor tê gotin, PYD wek pisîkê daye ser pişta endam û serkirdeyên PDK-S û endamên PDK-S jî wek mişk xwe ji ber lotikên PYD vedişêrin, xwe ji wan disitirînin.
Axir, li ser bextê fitne û fedasên nava PYD û PDK-S be, dibêjin PYD a ku dixwaze Tevgera Goran ofîsên xwe li rojavayê Kurdistanê veke, rê nade ku PDK-S bi rehetî siyaseta xwe li rojavayê Kurdistanê bike. Çima? Ji ber ku PDK-S ne di bin kontrola wan de ye, ne di xeta wan de ye, alîgirê PDK û Barzanî ye û ev jî li hesabê PYD û rejîma Sûrîyê nayê. Li gor fitne û fesadên Qamişlo û Cizîrê dibêjin, PYD bi taybet nahêle ku rêvebir û serdarên PDK-S derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û yên li rojava ne jî bi guhê wan digire û wan nefî dike başûrê Kurdistanê. Hem jî şût û rût. Ê helbet canim, ma kesek gepa devê xwe dixe devê hinekên din? Ma kesek dixwaze şirîk ji wan re çêbibin? Ma kes dixwaze hinek destê xwe têxin bêrîka wan? Na.
Axir, li gor jinkok û mêrkok li ser tenûrên Hesekê û Amûdê dikin galegal, dibêjin asayîşa PYD şev nîvê şevê girtine ser mala endamê polîtburoya PDK-S xalê me Beşar Emîn, bi qerpika stuyê wî girtine, tev pîjama û pêxwas ew ji malê derxistine û bi xwe re birine. Li gor ku Sekreterê polîtbîroya Partîya Demokrat a Kurdistan-Sûrîye Mihemed Îsmaîl gotiye, asayîşa PYD Beşar Emîn tev pîjama û cil û bergên şevê û pêxwas nefî başûrê Kurdistanê kirine û xalê me Beşar Emîn niha li başûr e, li malbavanan e. Ji ber ku PDK-S alîgirê PDK û Barzanîyan e, asayîşa PYD gotine „Ê de here malbavana qurban, cîhê te wir e, ne vir e. Ê de heke mêr bin bela malbavanên te bên û heyfa te hilînin“ û ew bênimet kirine.
Ez serê we neêşînim, PYD, YPG û asayîşa wan hesabê partîyên Kurdan, bi taybet hesabê PDK û alîgirên wê bi kîrê xwe nakin. Wan şût û rût nefî dikin û davêjin başûr (xwedê ji wan razî be, başe ku wan nefî Afrîkayê nakin û wan li Kenyayê nakin penaber).
Aha gunikreşî û mêranî ev e ha gelî xwendevanan..
Kuro ma çi xêr ji zilamê tirsonek derdikeve hûn bi qedrê xwedê kin?
Ma go meriv wek PYD bi qerpika stuyê zilaman negire û wan şût û rût ji malên wan dernexe, hêjaye çi?
Ê de derbasbûyî be xalê Beşar Emîn!
Qewet be ji we re gelî girgirekên PDK û PDK-S ê!
Welle û bille PYD û YPG kumê we xwar kir û qîmetê we kir pênc pare lo..
Îcar hûn kumê xwe rast dikin yan rast nakin, ji vî ve û xelas…