Tenê dest bin em razî ne xalê Mislim!

Belê, Serokê PYD xalê me Salih Mislim mirovekî kêf e, kêfçî ye û hema çi di dilê wî de hebe wê dibêje.

Xalê me Salih Mislim beşdarî komcivîna KNK a li Brukselê bû, axavtinek qerase kir û çend lotik avêtin. Helbet mîrkutek jî dîsa li nav serê hinek Kurdan (PDK) xist û guhê wan kişand.

mislimm KopieXalê min û we Salih Mislim, di axavtina xwe ya di civîna KNK de got: „Bi sê telaqên jinberdanê em berdewama xebata Qasimlo, Mistefa Barzanî û Şêx Seîd in. Lê hinek alîyên Kurdî (hem berdewama Mistefa Barzanî ne, hem jî zirtan li wan dike) dixwazin tecrubeya kantonan li rojavayê Kurdistanê xerab bibe, DAIŞên wan alîyên Kurd jî hene ku şerê xweserîya demokratîk dikin. Bi sê telaqên bê fitû, kî bixwaze wê tecrubeya xwserîya demoratîk xerab bike, emê destê wan jê bikin û ji bo vê yekê heke bê xwestin ezê bibim bavê 4 şehîdan jî“ filan û fîstan.

Erê lo, kuro ma ji gotina rast xweştir heye?

Ma go xalê me Salih Mislim bi dilekî safî negota „emê destê wan jêkin, emê destê wan bibirrin“ kê zanîbû çi di dilê xalê me de heye?

Îcar hinek zirtik û virtikên me rexneyan lê digirin û dibêjin „Salih Mislim destê xelkê jê dike“ û lotikan lê dixin.

Kuro oxlim, rabin û rûnên û ji xalê me Salih Mislim re dua bikin.

Dua bikin go xalê me Salih Mislim tenê destê xelkê jê dike.

Go wek qûnekên DAÎŞ, ÎŞÎD û El NÛSRAyê serê xelkê jêkiriba weyê bigota çi ha?

Go kîr û gunikên xelkê jêkiriba meyê bigota çi exûyî?

Na na, dengê xwe nekin û qîma xwe bi jêkirina destan bînin qurban.

Bela bi jêkirina destan be û ne bi jêkirina tiştekî din be wesselam…

Bruksel

 

About The Author