Xaltîka me Merkel destê xwe li pişta pêşmerge xist

Belê, Serokwezîra Almanyayê xaltîka me Angela Merkel biryara xwe da û silavek germ ji artêşa Kurd re, ji pêşmerge re şand.

Her çiqas hinek partîyên bakur û rojavayê Kurdistanê nedixwestin ku Almanya çek û sîlehan bide pêşmerge jî, lê xaltîka me Merkel bi ya wan nekir, pehînek li der qûna wan xist û xwe da kêleka pêşmergeyên Kurdistanê.

merkele KopieSerokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di kanalek televizyonê de mizgînîya şandina çek û sîlehên giran da Kurdan û got: „Hem insanî hem jî leşkerî emê alîkarîya Kurdistanê û hêza pêşmerge bikin. DAÎŞ bûye bela serê dinyayê û yên ku karibin şerê dolheramên DAÎş ê bikin jî artêşa Kurd e (pêşmerge ye). DAÎŞ li herêmê wahşet û barbarîyê pêk tîne. Li hember barbarîya DAÎŞ ê emê alîkarîya artêşa Kurd bikin“ filan û bêvan.

Helbet ev dîtin û biryara Angela Merkel wê di parlamentoya Almanyayê de bê nîqaşkirin û encama dawîn bistîne.

Ê de ya bi xêr…

Rebbê alemê li bihuşta rengîn 72 Nûrîyan bike qismetê xaltîka me Angela Merkel rebbî!

Amîn!

Berlîn

About Author

7 thoughts on “Xaltîka me Merkel destê xwe li pişta pêşmerge xist

  1. Wey malaminê pesmeergê qehraman.! Axa welet (sengal) firotine ceteyê qunres.serê bavê tekim ê sibé wan ceké xaltîka merkel bide pdk é firosin dolara bidinê mucahitê mehemedê ereb.

  2. Pêşmerge çek nafroşe û nefirotiye qûnekên DAÎŞ ê. Em bêjin firotin. Û kî wan çekan ji DAÎŞ ê dikire? Salih Mislim û YPG!? Salih Mislim bi devê xwe got „me çek ji DAÎŞ ê kirî ne“.

  3. BEHR BI DEVË SE U KUCIKA NAHERIMI
    PESMERGE DIL U CAN U SEREF U RUMETA GELË KURDI
    BIRA HER KES EVË YEKË BAS BIZANI U FEHMBIKI

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.