Ma Kurd ji Eyşika Ereb in efendî!

Serdar Ararat

Ev evîndarî, hezkirin û qûnalastina Tirkan ji ku tê min fêhm nekir û çû. Tirkên ku bi şev û roj Kurdan dikujin, heqaretê li wan dikin, namûsa wan diherimînin û wan naxin şûna insanan, ji alî gellek siyasetmedarên ku bi salane li ser xwîna keç û xortên Kurdan diçêrin, li ser destan tên girtin. Tirk gund û daristanên Kurdistanê dişewitînin, deng ji wan dernayê. Tirk keç û xortên Kurd dikujin, deng ji wan dernayê. Tirk ji wan re dibêjin „bêşeref“, dîsa pozê wan naşewite û li ber xwe nakevin. Ev çi şexsîyet e, çi ruh e, çi mejî ye, ne xwedê pê zane, ne jî melkemot û Îsa û Mihemed.

Bi hezaran Kurdên Êzdî û Kurdên rojava li bakurê Kurdistanê (li şaredarîyên HDP) di kampên penaberan de ne, rezîl û riswa ne, birçî û şerpeze ne. Rojekê siyasetmedarekî Kurd ranebû û meaşê xwe mehane, mûçe) bexşî wan penaberên xwelîser nekir. Li bakurê Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd ên feqîr û belengaz hene ku nikarin têr gepek nan bixwin, rojekê siyasetmedarekî Kurd meaşê xwe bexşî wan nekir. Li gund û bajarên Kurdistanê bi dehan car erdhej çêbûne, lehî rabûne û di encamê de Kurd mirine û şerpeze bûne, rojekê siyasetmedarekî Kurd meaşê xwe bexşî wan nekir. Lê ku li gund yan bajarokek Tirkan erdhej çêdibe yan lehî radibe, hew we dît agir ket qûna wan siyasetmedarên Kurd û rabûn ser tapana. Yê meaşê xwe ji bo wan dibexşîne, yê dest bi kampanya alîkarîyê dike, yê gepa devê zarokên xwe ji wan re dişîne filan û jehr û ziqûm.

Li Tirkîyê bajarokê „Hopa“yê lehî rabû. Ji ber lehîyê erd herifî, hinek xanîyên xelkê xira bûn û çend kes jî mirin. Siyasetmedarên me ji bo ku qaşo dîsa xwe li ber dilê Tirkên dolheram şîrîn bikin, dest bi kampanya alîkarîyê kirin û Serokê Şaredarîya Agirîyê Sirri Sakik jî meaşê xwe bexşand. Balkêş e, ji ber zilma Tirkên dolheram Kurd terka gund û bajarên xwe dikin, Cewlik, Gabar, Dersim, Silîva, Şemzînan û bi dehan cîhên din dişewitin, tên şewitandin, siyasetmedarên me yên çeqilmast jî berê xwe dane Hopa yê û dane dû qûna çend Tirkên ku pîvazek xirabe nakin.

Hey min gûyê Tirkan di devê we kirino, ma Kurd ji Eyşika Ereb in ku hûn alîkarîya wan nakin oxlim!

Bi meaşekî we 10 malbatên Kurd karin zikê zarokên xwe têr bikin, ma Tirkên dewşîrme ji Kurdan çêtir in oxlim!

Lê ez çi bêjim ya xweda….

Hema bela Tirkên dolheram di devê Kurdên çeqilmast de birîn û xelas…..

Agirî

 

About The Author