Mîza kurik û nivişta melê!

Bazê Qendîlê

Lawkê xaltîka Porsorê, herşev şetek mîz di nav cihê xwe de berdida, Porsora reben jî mabû heyirî, ji bêhna mîzê û ji şûştina doşek û lihêfê poz û dest pêve nemabûn. Textor û hekîm neman ku rebenê ew lawik li ser wan negerand lê bê fêde bû, malmîrato tê bigota Simirmir e, çilo vedixwar wilo di nav doşekê de dikir gol û mîz û çirav! Tu çare ji Porsorê re neman ji melayê gund pêve, lê çi mela! Li gor ku xelkê, jê re pesnê wî daye, ew dikare ava çeman rawestîne û wan hişk û ziwa bike.

Sibakê zû, Porsora reben kurikê xwe ji nav gola mîzê rakir, bi destên wî girt û berê xwe dane mala melê.

-Mela, ez dexîlê te û xwedê me, tu ê çarekê ji vî kurikê min re bibîne! Welleh doşekên me tev ji mîzê rizandine heyran! Bê tu niviştekê, kaxezekê, jêre çênakî, me ji vê belayê rizgar nakî ez bi qurbana wan çavan!

– Çima te ji zûve ne anî yaaa keça şîr helal!

Mele li nav pelikên xwe geriya, çend navên Xwedê û Mûhemed tevlihev kir û da jinikê û gotê: here keşa min, bê xem raze!. Jinka dil bi kul jî çû û ew nivişt xist hustûyê kurê xwe. Şevek, du şev derbas bûn, ji bilî mîzê, vê carê kurik bixwe de jî rît, lê çi rîtin! tê bigota vî kurikî xwiya englizî xwariye, çilo dixwar wilo davêt, malmîrato wek teyrkê Simirmir lêhatibû! Jinikê dît ku halê kurik wêrantir bûye û bêçare ye, cardî vegerya ba melê û gotê: qurban! Caran kurik tenê bixwe de mîz dikir lê vê carê nava wî jî diçe, îca hema wî vegerîne wek berê heyran!

Ez bi qesema navê rebê melê kim, bi telaqê Porsorê kim û bîrên petrola Aştî Hawramî kim, halê xelkê Başûrê Kurdistanê, ne baştire ji halê kurikê xaltîka Porsorê! ecêba mezin jî ewe ku tu li devê kê dimeyzênî, wê ji tere bêje: Xwezka bi Sedam! Ma ev ne malwêranî ye? Ev welat hemî talan û wêran kirin û xelk anîn ser sacê Elî weku kakacan dibêjin. Ev bû şeş meh wan rebenan mûçeyên xwe nestendine îca hesab li ba we!

Salekê ji salan, baranek zor barî, rojnan ewqas bi xurtî dibarî weku devên kunan berdî erdê. Carna ku mirovek gotinekê dibêje û gotina wî pir di cihê xwe de be, jê re dibêjin: welleh law tu dibê gotina te ji Quranê ye! Îca dema wê salê ewqas baran dihat, cotyarekî ji wan gundên Binxetê gotinek got û gotina wî bû wek pendên pêşîyan. Wî gotibû ku heger ev baran di destê yekî zana de ba, wê besî heft salan kiriba!

Heyran! Eger van rêberên Başûr, ew pereyên ku ji 2003 virde ta niha gihiştiye destên wan, bi dadwerî parvekiribana û tarûmar nekiribana û nedizîbana, ez bi serê xwe û we kim wê besî deh salên din kiribana û îro nediketin nav vê çamûrê! Bira can, ez ne bi qurbana çavên we bin, eger rêveberiya welatan bi vî şikl û şêweyî be, ez dikarim Efriqya Başûr û Bakur û Rojhilata Navîn jî birêvebibim ellawekîl! Îca ev nîna ye hîn tirnîna jî maye haaa!

Xwedê li Başûryekan bê rehmê ya rebilalemîn!

Kurdistan

dollar

About The Author