Devliken Kelogirî
Baş e ku xwediyên vê zîhniyetê Kurdistanê naxwazin. Bi vî mejiyî, bi vê mentiq û hişmendiyê Kurdistan ava bibe, em ê çi xweliyê li serê xwe kin?
Hi ii?
Em ê bi roniya çirê li timarxaneyê bigerin. Bi telaq, têgeh mêgehên di vê kitêbê de direqisin, ne aqilê Hegel digihêjê, ne jî rebenê şivanekî kurd jê fêhm dike. Xwendina naveroka vê kitêbê, dişibe seriyê ku naêşe û mirov kevn lê digerîne…
De îja hin „heval“ hene, bi xwendina vê kitêbê xwe feylesof dibînin. Şîzofrenî tiştekî weha ye. Dema mejî zêde diweste, ditehebe, li gorî rewşa tê de xeyalan diafirîne…
Xwedayê ez pê ne bawer, kurdan ji vê zîhniyetê biparêze-bistirîne.
Amen!


Şivanê baş rizqê guran dibire
Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min