Ebadî, dest bi zirrê kir cardî

Mihemed Soran

Ji alîyekî qûnreşên Bexdayê mûçeyên pêşmerge û butçeya Herêma Kurdistanê nadin, ji alîyê din nirxê petrolê dikeve û bêrîka Kurdekan vala bûye. Yanî, Herêma Kurdistanê di qeyran û qrîzek mezin de ye, pare tunene ku mûçeyên xelkê bên dan û Kurd bûne wek mirîşka gêj, hew zanin çi bikin.

Serokê qûnreşên Bexdayê Heyder Ebadî, biryarên nû li dijî Kurdekan stendine. Li gor tê gotin,
Ebadî efendî ji Komîteya Asayîş û Paraztina Parlamentoya Iraqê re ragihandiye ku „dewleta Iraqê wê mûçeyên Hêzên Pêşmerge nede û serfermandarîya Artêşa Iraqê jî teslîmî Kurdên xwelîser neke“.

Di derbarê vê lotik û zîtirkê de Serokê Komîteya Asayîş û Paraztina Parlamentoya Iraqê Şaxewan Evdila ragihandiye ku „di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de sê mijar hatine rojevê. Mûçeyên pêşmerge, wezareta navxweyî û serekerkanîya artêşa Iraqê.

Şaxewan Evdila diyar kiriye ku „ji bo pêkanîna „hevkarîya hêzan“ mûçeyên 150 hezar pêşmergeyî, du meqamên serfermandarîya artêşê û meqamek wezareta navxweyî ji Ebadî hatiye daxwazkirin“.

Serokwezîrê keçel bersiva van daxwazan daye û gotiye: „Emê mûçeyên pêşmerge nedin, ji ber ku Herêma Kurdistanê petrola xwe difroşe, bela ji wî pereyî mûçeyên pêşmergeyên xwe bidin. Ma em xulamê wan û bavê wan in kaka! Ji birçîna mirin ji vî ve! Em meqamê serfermandarîyê û wezareta navxweyî jî nadin Kurdan, êdî em tu gûyekî nadin Kurdekan“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim kaka, Erebên qûnreş êdî her astengê ji Kurdekan re derdixin. Ji bo ku Kurdekan têk biçin û dîsa xulamtî û qûnalêsîya Erebên qûnreş bikin, çi ji destê wan tê dikin.

Û em Kurd?

Em Kurd jî lingên hev dişemitînin û bi mîrkutan radibin ser serên hev.

Ji alîyekî Tirk û Ereb û Faris, ji alîyê din jî em Kurdên xwelîser tirb û gorên hev dikolin.

Îcar emê di kîjan xendek û çal û koncalan de werqilin, tenê xwedê zane wesselam..

Silêmanî

About The Author