Petata bi milyonek Euro

Hesen Keleş

Dibêjin; „Go xwedê bide meriv nabêje tu kurê kê yî“.

Xuyaye ev jî mesela wênesazê Îrlandî Kevîn Abosch e.

Wênesazê Îrlandî Kevîn Abosch, wêneyê petatek (kartolek) Îrlandayê kişandiye. Xwedêgiravî ev petat organîk e, bê zibil û bê hormon e. Kevîn Abosch sê wêneyên petatê kişandine. Yek xistiye arşîva xwe, yek bexşandiye muzeyek Sirbistanê û yê din jî bi milyonek euro firotiye dewlemendekî Alman.

Qey tu nabê rojekê dewlemend û karsazekî Alman dibe mêvanê Kevîn Abosch. Piştî du îskan şerab vedixwin, wêneyê petatê li ber çavê karsazê Alman dibe wek şimamokek zêrîn û dibê; „Ohooooo, ev wêneyê petata te çiqasî xweşik e law“ û dil dikeve petatê (Alman jî ji petatan pir hez dikin, hema bêjin xwarina wan a netewî petat e).

Piştî du îskan şerabên din vedixwin, petata qûnreş li ber çavê karsazê Alman dibe wek gilokek zêr. Û herdu radibin li ser milyonek euro li hev dikin. Yanî, Kevîn Abosch petata xwe bi milyonek Euro difroşe karsazê Alman.

Aha qird û siûd, nesîb û qismet ji vê re dibêjin ha.

Petatên ku weqîya (kîloya) wan bi pênc qirûşan e, mêrik yek tenê bi milyonek Euro firot û kêfa li ser kêfê kir wesselam…

Îcar qîmetê petatan zanibin qurban.

Îrlanda

About The Author