BIJÎCÎ Û PÎNECÎ

Rêwîyê Kal

Demsala biharê ye, gundî li tenişta malê li ser çîmenê rûniştîbûn, suhbet dikirin. Mijar bûyerên rojevê bûn, xortekî mîlisê PKKê Barzanî rexne dikir pesnê PKKê dida.
rewi
Welatparêzê zana Xalê Hesen, ji axavtinên xort aciz bû, xwe li ser çîmenê dirêj kir, çavgirtî guhdar bû. Dît ku xort ji sînorê edebê derbas bû û dest bi heqaretê kir.

Hêdîka serê xwe rakir, awirek avêt xort û bi dengê bilind:

* Kurê min, tu behsa kîjan PKKê dikî? Partîya Karkerên Kurdistanê niha bûye Partîya Kemalîstên Kurd.

* Evdoyê Kurd niha bûye Apoyê Tirk.

* Durano, Cemîlo, Qeresu her yek wek efserên artêşa Tirk in.

Xweda zane hinek ji wan general, hinek albay, hinek niza çi ne.

* Ew ne Kurdistanî ne, naxwazin Kurd bibin xwedî dewlet. Bi hezaran keç û xortên Kurdan ji bo Tirkîyeke demokratik dane kuştin.

* Bajar û gundên me dan wêrankirin, bi mîlyonan Kurd bûn penaber, berê xwe dan bajarên Tirkan, hemû asimile bûn.

* Bes min nede axivtin, bi belengazên wek te hinek tişt dane jiberkirin kîjan raste, kîjan çewte hûn nizanin.

Xortê mîlisê PKKyî nikariîbû bersiva Xalê Hesen bida, zivirî dest bi heqaretê kir û got:

* Hûn xayîn in, hûn AKPyî ne.

Xalê Hesen zêde aciz bû, wek dersdayînê vegot:

* Di destê Barzanî de ala Kurdistanê heye, di destê we de pîne, Barzanî serxwebûnwaz e, hûn Tirkîyê, Îranê, Iraq û Sûrîyê diparêzin.

* Bi kurtî, hûn ‘pînecî û bijîcî’ ne; em Kurdistanî ne…

Belê, eger îro Kurd bêdeng bin jî wê rojekê wek Xalê Hesen biteqin, de di ku de zirave bila di wir de bişkê. Sînorê sebir û temûlê jî heye ha!

About The Author