KURD ÇI DIXWAZIN?

Nûrî Çelîk

Rewşa me Kurdan ewqasî xirab û aloz e ku meriv nizane ji ku dest pê bike û ji ku dest pê neke. Wek dibêjin, serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye. Kurd di navê de mane. Meriv ji ku bigre peşk li meriv dikevin û meriv pê diherime.

Di cîhanê de milletê ku ji dîroka xwe ders wernegirtiye û dîroka xwe ji xwe re nekiriye rê û rêbaz, Kurd in. Ji ber ji dîroka xwe ders wernegirtine û nagrin jî, nikarin bibin yek û nikarin li dora xal û daxwazên netewî bên ba hev. Ji ber ku bîrewerî û hişmendîyek mîllî-netewî bi wan re çênebûye û tuneye (hebe jî tenê bi dev û zimên e), hest û hişmendîya tifaq û yekîtîyê jî çênebûye û zehmet e çêbibe jî. Parçebûna Kurdistanê bêguman bi xwe re parçebûna mîllî-netewî, fikrî, çandî, zimanî û siyasî jî anîye. Hêz û partîyên her parçeyî ji bo berjewendîyên xwe tev digerin û siyasetê dikin. Berjewendîyên partîtîyê rê li ber berjewendîyên mîllî-netewî girtine, Kurdistan ne çar lê di nav xwe de kirine hezar parçe. Ev hest û kiryar û helwest bê guman xizmeta dijminên Kurdistanê dikin, xizmeta parçebûna Kurdistanê û milletê Kurd dikin û rê li ber geşbûn û pêşdeçûna hişmendîya netewî digrin. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê wilo ye û di emel û kiryaran de her tişt eşkere ye.

Milletê ku ji dîroka xwe dersê wernegire, mahkûmê bindestî û koletîyê ye. Ev bêguman e. Ji ber hêz û partîyên siyasî rêveberî û serokatîya wî milletî dikin, divê berî her kesî hêz û partîyên Kurd dîroka xwe li bêjingê xin, rê û rêbazek rasteqîn, siyasetek berbiçav û netewî bimeşînin. Lê mixabin li şûna ku em ji dîrokê dersan wergirin, dîrok bi kiryarên me xwe dubare û sêbare dike û li me vedigere.

Zêdeyî sed salan e ku xwedêgiravî Kurd şerê azadî û serxwebûnê dikin. Bi sed hezaran bedel dane lê encam tuneye. Her çiqasî li Başûr hinek gav hatibin avêtin û hinek destkeftin hatibin bidestxistin jî, encam dîsa di cihê xwe de dihejmêre û li dora xwe dizîvire. Li Rojava vê dawîyê bi xêra Amerîka û Fransayê hinek gav tên avêtin, lê xuyaye wê encam ji encama Başûr ne wêdetir û zêdetir be. Ji ber berjewendîyên hêz û partîtîyê ji berjewendîyên netewî pîroztir û girîngtir in, wê encam dîsa yan parçebûn û dûrketin, yan jî ji encama Başûr ne pêşdetir be. Xwezî em şaş û xelet bin û encamek baştir ji hevdîtinên Rojava derkevin.

Li Rojhilat rewş xuyaye. Ji 1946an û heta îro şer û berxwedan berdewam e û hêz û partîyên Rojhilat jî li benda derfetekê ne ku rejîma Tehranê hilweşe û ew jî wek Başûr statuyekê bidestxin. Ji xwe hewce nake em behsa rewşa Bakur bikin û serê xwe zêde bêşînin. Bakur bi xêra siyaseta şaş a PKK û partîyên din li pataxê ket, top avêt û îflas kir. PKK bi şer û siyaseta xwe ya şaş û dij Kurdistanî, û hêz û partîyên din yên qaşo Kurdistanî jî dîsa bi siyasetek şaş û bi bêdengî û zexelîya xwe ziyanek mezin dan tevgera Bakurê Kurdistanê û hîna jî didin. Yek bi şerê xwe, yên din jî bi bêdengî û netifaqîya xwe xizmetê ji berjewendîyên dewleta Tirk re dikin.

PKK, Mîsakî Mîllî, referandûm û helwesta PDK û Barzanîyan

Hewce nake em dûvdirêj li ser PKK û armanca wê binivîsin. Ev 40 sal in li ser wê tê nivîsandin û êdî herkes zane PKK çi ye, ji bo çi hatiye damezirandin û îro çi dixwaze û çi naxwaze. Heger em xeletî û siyaseta PKK a dijminane deynin alîyekî, xalek heye ku divê hêz û partîyên derveyî PKK bi baldarî li ser rawestin û jê dersan bistînin. Xwebirêxistinkirina li her çar parçeyên Kurdistanê. Helbet PKK ne ji bo Kurdistanek yekgirtî û serbixwe xwe li her çar beşên Kurdistanê birêxistin kir, armanca wê cuda ye. Lê mebesta me ev e; rêxistin û partîyên qaşo Kurdistanî û netewparêz in, çima wek PKK xwe li her çar beşên Kurdistanê birêxistin nakin, çima bi hest û hişmendîya dewletbûnê tev nagerin, çima di parçeyên din de rêxistinên xwe yên siyasî û çekdarî ava nakin û hesabê xwe û pêşeroja xwe nakin? Bi taybet PDK û Barzanî çima nakin? Ma PDK û Barzanî nizanin çar hawîrdorê wan dijmin in û roj bê ewê di kozik û çeperên xwe de bi tenê bimînin? PDK û Barzanîyan çima plan û projeyek ji bo her çar beşên Kurdistanê çênekirin û çênakin? Gelo siyaseta hindik û rindik, siyaseta ku tenê ji bo Başûr tê xwestin û meşandin, wê PDK û Barzanîyan ji êrîşên dijminan biparêze? Heger PDK û Barzanîyan ji roja roj de bi taybet li Bakurê Kurdistanê rêxistin û hêzek çekdarî û xurt ava kiribûna, wê dewleta Tirk îro karîbûya êrîşî Başûr bike? Ev pirs heta îro jî bê bersiv in û nîşana vê yekê ye ku PDK û Barzanî tucarî bi mejî û hişmendîya Kurdistanek mezin û yekgirtî tev negeriyane û nagerin jî. Nagerin ji ber ku Başûr û destkeftîyên Başûr têra wan dike, tucarî nexwestine û naxwazin şerê dewleta Tirk bikin û derîyê têkilîyên bi NATO û Rojava re li ser xwe bigrin. Firotina petrolê jî helbet sedemek ji vê yekê ye. Hinek ji sedemên ku PDK û Barzanî îro dengê xwe ji êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina beşek ji Başûr re nakin, ev in.

Îro çar hawîrdorê PDK û Barzanîyan hatiye dorpêçkirin. Tirk, Îran, Iraq, PKK û YNK. Ji ber vê yekê, Tirk temamê Başûr dagîr bikin jî PDK nikare û naxwaze dengê xwe derêxe, ji ber dengderxistin tê wateya têkçûna PDK, Barzanî û destkeftîyên hikûmeta Başûr. Di vir de jî dixuye ku berjewendîyên partîtîyê rê li ber berjewendîyên netewî girtine û berjewendîyên netewî ji bo berjewendîyên partîtîyê dibin qurban û têk diçin. Di vir de bêguman hêz û partîya ku di çavê Kurdan û awira gelemperî de lawaz dibe û rêz û giranîya xwe winda dike, mixabin PDK û Barzanî ne. Heger PDK û Barzanî ji roja roj de siyasetek netewî û giştî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bimeşandana, heger plan û projeyên ji bo Kurdistanek yekgirtî amade kiribûna û têxistina jiyanê (bi taybet ji bo Bakur), wê îro rewşa tevgera Kurdên Bakur di astek din de bûya, wê PKK û hêzên li pişta PKK nikarîbûna ziyanek ewqasî mezin bidana Kurdan û wê pişta PDK û Barzanîyan jî xurttir û saxlemtir bûya. Lê mixabin PDK û Barzanîyan ev yek nekir. Li şûna hêz û rêxistinên ku hevalbend û dostên wan bûn û xwe beşek ji rêbaza Barzanî didîtin xurttir bikin, rabûn hevalbend û dostên xwe berteref û lawaz kirin, bi PKK re protokol çêkirin (82-83), çek û pare dan wan û ew li Başûr bi cîh kirin. Gelo PDK û Barzanîyan nizanîbû PKK û Ocalan kî ye û çi ye? Ez dibêjim ji herkesî zêdetir zanîbûn. Lê xuyaye xwestin bi rêya PKK navbera xwe û Tirkan xweş bikin, nexwestin li Bakurê Kurdistanê hêz û alternatîfek netewî derkeve da ku navbera wan û Tirkan xirab nebe, rê li ser wan neyê girtin û hefsar ji destê wan dernekeve.

PDK û Barzanîyan li Başûr referandûma serxwebûnê lidarxistin û bêguman gavek pîroz avêtin. Referandûma serxwebûna Başûr! Baş e, gelo referandûmek ji bo yekîtîya Başûr û Rojava bihata kirin, ne bixêrtir û pîroztir bû? Yekîtîya du parçeyên Kurdistanê û yekîtîya Kurdên herdu beşan ne pîroztir bû? Madem em xwe Kurdistanî dibînin û qaşo doza Kurdistanek yekgirtî dikin, çima ev gav nehat avêtin? Helbet wê PKK nexwesta û naxwaze jî. Lê bi kêmasî avêtina gavek bi vî awayî wê hest û hişmendîya netewperwerî û Kurdistana mezin di hiş û mejîyê Kurdan de xurttir bikira, wê bandorek mezintir li awira gelemperîya cîhanê bikira. Lê nebû. Çima nebû? Helbet dîsa berjewendîyên partîtî, siyaseta hindik û rindik, ezezî, berjewendîyên Başûr di ser berjewendîyên Kurdistana mezin re hatin girtin, yekîtîya Kurdistanê û milletê Kurd dîsa bû çîrok.

Hûn zanin, di xewn û xeyalên dewleta Tirk de “Mîsakî Mîllî“ ango bidestxistina berfirehîya xaka Osmanî heye. A. Ocalan jî heman xewn û xeyalê dike û dixwaze. Li gor Mîsakî Mîllî Rojavayê Kurdistanê û beşek mezin ji Başûrê Kurdistanê di nav vê plan û projeyê de ye. Dagîrkirin û radestkirina Efrînê destpêk bû. Ocalan Efrîn radestî hêzên dewleta Tirk kir û gava yekem hat avêtin. Tirkan ji Efrînê dest pê kir û gav bi gav ji Rojava ber bi Başûr ve tên, li gor plan û projeyên xwe Başûr jî dagîr dikin, xewn û meramên xwe pêk tînin. Heger Mîsakî Mîllî pêk bê û Tirk Rojava û Başûr têxin nav xaka Tirkîyê (Osmanî), wê xewn û xeyalên dewleta Tirk û Ocalan (PKK) bibin rastî û wê Tirk xaka xwe berfirehtir bikin, di Rojhilata Navîn de hêz û deng û bandora xwe zêdetir bikin.

Baş e. Ji derveyî PKK, Kurd û partîyên Kurdî ji bo Mîsakî Mîllî çi difikirin, çima li dij derdikevin? Mîsakî Mîllî di xêra Kurdan de ye, yan ziyan e?

Gava em bala xwe didinê, piranîya hêz û partîyên ku qaşo Kurdistanî ne û doza Kurdistanek yekgirtî û mezin dikin, li dijî Mîsakî Mîllî derdikevin. Ew partîyên ku nikarin gundekî Kurdistanê bikin yek û li hev bînin, wê çawa Kurdistanek yekgirtî û mezin damezrînin? Gelo ew hêz, ew taqat û feraseta wan heye? Ew hêz û partîyên ku (PDK û Barzanî jî di nav de) nikarin di beşê xwe de du malbat û eşîran bikin yek, wê çawa Kurdistanek yekgirtî û mezin bikin yek û doza çi dikin? Gelo li dijderketina Mîsakî Mîllî pesendkirina parçebûna Kurdistanê ye, yan piştgirîya Kurdistana yekgirtî ye? Mîsakî Mîllî ji bo Kurdan bixêrtir e, yan Mîsakî Parçebûn? Hêz û partîyên ku Kurdistanî ne û doza Kurdistanek yekgirtî û doza yekîtîya milletê Kurd dikin, divê di vê babetê de zelal bin û kar û xisara Mîsakî Mîllî baş binirxînin.

Ji bîr nekin ku di dîrokê de du dewletên qedîm hikimdarî li Kurdan û Kurdistnê kirine. Faris (Îran) û Tirk (Tirkîye). Îran û Iraq piştre derketin holê. Ji bo Kurd ji bindestîya çar dewletan rizgar bibin, divê yan xwe bi Îranê bigrin, yan bi Tirkîyê. Û ya herî maqûl jî Tirkîye ye. Tirkîye hem NATO ye, hem di gelek waran de ji Îran û Ereban zêdetir xwedîyê hinek nirxên demokrasîyê ye (ne li gor dilê me be jî). Divê em vê yekê jî li ber çavan bigrin.

Heger ez bûma minê çi bikira? Heger ez di şûna PDK û Barznîyan de bûma minê çi bikira?

Heger birastî min doza Kurdistanek yekgirtî û yekîtîya milletê Kurd dikir, di serî de minê du referandûm lidar bixistana. Yek ji bo yekîtîya Başûr û Rojava, yek jî ji bo yekîtîya bi Bakur (bi Tirkîyê) re. Yekîtîya bi Tirkîyê re (Mîsakî Mîllî) hem wê sê parçeyên Kurdistanê bike yek, hem wê yekîtîya milletê Kurd û zimanê Kurdî bike yek. Her çiqasî ev dîtinên min ji we re wek xeyalî bên dîtin jî, ji vê fikrê wêdetir tu şert û şirûtên ku Kurd û Kurdistan bibin yek û yek parçe naxuyên. Madem hêz û partîyên me bi vê feraseta xwe ya îro nikarin du komele yan du gundan bikin yek, çima emê li dij derkevin ku dewletek dagîrker vê xewn û merama me pêk bîne. Ma em ne doza yekîtî û yekparçebûna Kurd û Kurdistanê dikin? Ma li şûna ku çar dijminên me hebin, du dijminên me hebin ji Kurdan re ne bixêrtir e?

Bi kurt û Kurmancî; îro di Kurdistanê de du xetên sereke hene. Serxwebûnxwaz û serxwebûnnexwaz. Serxwebûnnexwaz ji xwe li dij Kurdistanek serbixwe û dergevanên sînorên dagîrkeran e. Serxwebûnxwaz jî di kesayetîya PDK û Barzanîyan de alîgirên serxwebûnê û Kurdistanek serbixwe ne. Di vir de bar û erka herî mezin dikeve ser milê PDK û Barzanîyan. Heke PDK û Barzanî wek berê tenê siyasetek Başûrane bimeşînin û parçeyên din piştguh bikin û nebînin, wê bi tena serê xwe bimînin. Na heger naxwazin di nav çembera gur û çeqel û keftaran de asê bimînin, divê li parçeyên din ji xwe re hêz û rêxistinên çekdarî ava bikin, xwe li parçeyên din xurt bikin, alîkarîya dost û hevalbendên xwe bikin, ne bi “çend defter û çend hestîyan“ lê li ser esasê netewî û Kurdistanî wan komî ser hev bikin û hêzek netewî Kurdistanî ava bikin. Divê PDK û Barzanî ji bîr nekin. Azadî û felata Kurdistanê ne di Başûr lê di Bakur de ye, di parçeyê mezin de ye. PDK û Barzanîyên ku di Bakur de ne xurt û hêzdar bin, ew deh referandûman çêkin jî wê encam encama îro be û wê şûr û mertalên dijmin ji ser serê wan kêm nebin.

About The Author