Bilbilo koça dawî kir

Kedkar û xizmetkarên muzîka Kurdî yeko yeko koç dikin û me xemgîn dikin, muzîka resen û Kurdîya şîrîn sêwî dihêlin.

Doh Seîd Ûsiv çû, îro Seîd Gabarî.

Gabarî yê ku çavên xwe ji ziman û muzîka Kurdî re kir qurban, 53 salan bê rawestan xizmeta ziman û muzîka Kurdî kir û gelek helbestên Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj ji xezîna çand û muzîka Kurdî re kirin diyarî. Seîd Gabarî ne tenê stranbêj û hunermend bû. Ew herweha pêşmerge bû, şerkir û tekoşerê doza Kurdistanê bû, bê rawestan xizmeta heq û hiqûqê doma milletê Kurd kir.

Divê em ji hev re wefadar bin brano.

Dîtin û helwesta wan ya siyasî çi dibe bela bibe, divê em li hunermendên xwe xwedî derkevin. Ya girîng ne kesayet yan helwesta wan a siyasî ye, xizmeta wan a ji bo ziman û muzîka Kurdî ye.

Em sersaxîye ji malbata wî re dixwazin.

Bela serê milletê Kurd sax be.

About The Author