TEVGERê lotikek qerase xwar

Pişo Mihemed

Tevgera Ciwanên Kurdistanê TEV-GER, di 2015an de li Amedê çalakîyek li dar xistibûn, li dijî kartol û kantonên PKK derketibûn û doza serxwebûnê kiribûn. Çima ku xwedêgiravî propagandaya rêxistinek terorîst (bi devê dadgehên dewletê) kirine, doz li wan hatiye vekirin û her endamekî wê 1,5 sal ceze ji wan re tê xwestin.

Lê sosreta mezin û pelûla germ çiye hûn zanin?

Dozgerê dewletê ew wek endamên PKK nîşan dane û li gor fikra wî, endamên TEV-GERê propagandaya PKK kirine.

Aha lotika qerase ev e.

Law ma TEV-GER û propagandaya PKK?

Îcar hinek endamên TEV-GERê di Fisbok û çapemenîya înternetê de çi bêjin başe?

Axîn û keserek mezin dikşînin, pirça serê xwe û simbêlê xwe hildikin û dibêjin:

„Xwezî îdam dabûna me û negotina TEV-GER propagandaya PKK dike, hawarêêêêê û sed hawarê!“

Yaaaa, we dît TEV-GER cî no?

Wek dibêjin: „Taba Xelef çû bertelef“ cîgerim.

Hûn ewqasî li dijî kartol û kanton û petatên PKK derketin, talîya talî dozgerên dewleta demokratîk hûn kirin kantoncî û PKK î.

Law xwe aciz nekin û dua ji dozgerê dewletê re bikin kuro.

Bela bi kantonan be û ne bi endametîya DAÎŞê û El Nusrayê be.

Ma ku dozger efendî hûn bikirina endamên DAÎŞê weyê bigota çi?

Êêêêêê, Fatê were govenda kantonan!

Xançepek / Amed

About The Author