Xanimê îcar jî dibe mamoste

Kevîn Kurdson Ev lotikvan û doxînsistên Amerîkî ecêb in. Rebbê alemê bi zembîlê peran bi ser wan de dibarîne û kêlîyekê jî betal û zugurd namînin. Piştî ku lotikvan...

Kevîn Kurdson

Ev lotikvan û doxînsistên Amerîkî ecêb in. Rebbê alemê bi zembîlê peran bi ser wan de dibarîne û kêlîyekê jî betal û zugurd namînin.

Piştî ku lotikvan û bedewa Hollywoodê Angelîna Jolîe wê li Dibistana Aborî ya Londonê bibe profesor û dersên aborîyê bide xeşîmên wek min, niha jî lotikvan û qemera çavbeloq Tyra Banks li Zanîngeha Stanford ê dibe mamoste.

Supermodel û mankena qemer û çavbeloq Tyra Banks, di salên 90î de supermodelek kesanedî bû. Gava li ser dik û li ber kamerayan diçû û dihat, agir bi dilêp zilaman dixist û doxîn li wan sist dikir, girêza dev û kîrê wan 25 metroyan diherikand. Piştî ku xêr tê de nema û jihevde ket, îcar di televizyonan de bernameyên Talk-Show an çêdike û dîsa xwe virde wêde dibe û tîne.

Xanima qemer û şekirlêvî Tyra Banks, ji televizyon û sînemayê bigrin heta bi dezgehên cilûbergan û kozmetîkê tiştek nema go neceriband. Û niha jî wê xanimê li Zanîngeha Stanfordê bibe mamoste û dersên “Afirandina Markayên Taybet” bide şagirtên xwe.

Ez marka û virde wêde nizanim, lê tiştê ez zanim wê şagirtên Tyra Banks xanimê kêfa li ser kêfê bikin û hew.

Hem wê ji qemera xwînşîrîn dersên Afirandina Markayên Taybet bistînin, hem jî wê di ser û ber re bi xwe xweş bînin û girêza xwe biherikînin wesselam…

Amerîka

 

tyra-banks-59

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tyra-banks-fat

Categories
Kevîn KurdsonMagazînNivîskarQuncik
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...