Elimî Ji Cehemî Xerabtir e!

Joanna Palanî,

Ji Danîmarkayê ye û temenê wê bîst û sisê ye.

devliken

Palanî, keç û neviya pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê ye.

Bavê wê jî, kalikê wê jî pêşmerge bûne.

Ev Palaniya ku sîng û berên wê mîna dahl û bexçeyên Kurdistanê, berê derbasî nav pêşmergeyan dibe.

Piştî çend bîranîn û tecrûbeyan, lê dinêre xêr di pêşmergeyan de tune ye, derbasî nav hevalan dibe.

Di nav hevalan de jî çend lotikên qerase diavêje û ji şer aciz dibe; dibêje, „bimire şer bijî şabûn“ û berê xwe dide Danîmarkayê.

Danîmarka dest dide ser pasaporta wê û lotikan lê qedexe dike.

Lê bav û kalan belasebeb negotine, „Elimî ji cehemî xerabtir e“.

Û Palaniya me guh nade qedexebûnê û dîsa li hespê xwe siwar tê û wî dibezîne.

Di nêzîk de mahkemeya wê heye; îhtimal e wê terkîwelat bikin.

Em li ser navê Lotikxaneyê Danîmarka û Yekîtiya Ewrûpayê şermezar dikin.

Palaniya xan, deriyê me her lotikvanekî li te vekiriye.

Tu hez dikî şûtûrût têkeve kezeba rê û were.

Deriyê me jî, dilê me jî, doxîna me jî ji te re vekiriye…

About The Author