Yaboooooo…

Bengîn Elegez

Jinên bedew li her derê bedew e. Çi di jiyana sivîl de, çi di jiyana leşgerî de, ferq nake.

Îro li seranserê cîhanê, li piranîya welatan jinên leşger hene. Di piranîya artêşên dewletan de jin jî wek zilaman leşgerîyê dikin. Hem jî leşgerên herî bedew û spehî jin in.

Bi taybet jinên Rûs wek leşgerên herî bedew û spehî tên naskirin. Xwedêhişta meriv fedî dike li wan binere, nerînek wan berberî malê dinyayê ye. Bi awirek wan girêza dev û nav şeqê meriv wek şelale û ava çemê Feratê diherike û meriv bê hemdî xwe serxweş dibe.

Piştî ku hinek endamên eşîreta Lotikxanê çav li wan bedewên Rûs ketin, terka eşîra xwe kirin û berê xwe dan Rûsyayê da ku bibin leşger. Çima ku leşgerên spehî û bedew wek ewên Rûs di nav artêşa Lotikxanê de tunebûn, terka me kirin û revî revî berê xwe dan artêşa Rûsyayê.

Aha jinên Rûs vê tofanê tînin serê meriv ha.

Hûn hûn bin, hay ji leşgerên jin ên Rûsyayê hebin û xwe nêzîkî wan nekin gelî xwendevanan.

Bi allahwekîl heke hûn jî wek hinek endamên me hilfa xwe berdin ser wan leşgerên bedew û seksî, hûnê jnên xwe berdin û bê jin bimînin wesselam…

Moskova

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author