TIRREP

TRUMP GO ERDO EZ Ê TIRÊ LI TE REP BIKIM “TIRREP” Erdo: -Birêz Trump, heger destûra te hebe, ez dixwazim werim li qesra spî bi te re çayekê vexwim....

TRUMP GO ERDO EZ Ê TIRÊ LI TE REP BIKIM “TIRREP”

Erdo:

-Birêz Trump, heger destûra te hebe, ez dixwazim werim li qesra spî bi te re çayekê vexwim.

Trump:

-Mesele çi ye, Erdo?

Erdo:

-Mesele, wexta ez hatim ez ê ji te re bibêjim. Bi telefonê nabe. Baweriya min miriye, li telefonên min guhdarî dikin.

Trump:

-Lê zêde wextê min tune ye. Tenê karim qedeheke çayê bi te re vexwim. A duduya nabe.

Erdo:

-Mala te xera nebe. Ji vir heta wir bi teyarê duwazdeh seet e. Tu radibî ji min re dibêjî tenê çayek…

Trump:

-De wê çaxê, her ji bo seeteke rêya te, ez ê deqeyekê ji te re veqetînim. Ew jî dike duwazdeh deqe. Û di diwazdeh deqeyan de meriv kare bi rehetî du qedehan jî vexwe…

Erdo:

-Birêz Trump, berî nuha bi mehekê ez li Mêrdînê bûm. Mazûvanê min xursî bû. Nizanim tu nas dikî? Jê re dibêjin Mehemed Eliyê Xursî.

Trump:

-Na, nas nakim û naxwazim nas jî bikim. Û jixwe ji Xursiyan jî hez nakim. Êê, were ser îmanê. Çi eleqeya Mehemed Eliyê Xursî bi meseleya me ve heye?

Erdo:

-Ezbenî, bi her sê telaqên bêfitû, Mehemed Eliyê Xursî qedeheke çayê di nîvseetê de vedixwar.

Trump:

-Qey xwediyê febtîqeya Ice Teayê ji ber Mehmed Eliyê Xursî Ice Tea derxistiye. Wek tu dibêjî heger werê be, Mehemed Eliyê Xursî Ice Teaya hur a xwezayî vedixwe.

Erdo:

-Icetea çi ye, ezbenî?

Trump:

-Qula çavê te ye. Ice Tea yanî çaya cemidî cemidî, hey cahilê Xwedê. Te dewleta xwe talan kir-tazî kir, te xwe neelimand du peyvên îngilizî.

Erdo:

-Himm…

Trump:

-Him û quzilqurt!

Erdo:

-Axir… Ezbenî, ka were em li gorî hesabê Mehemed Eliyê Xursî li hev bikin. Du qedeh çayê. Her qedehek nîv seet, ew jî dike seetek…

Trump:

-Tu di dêya min î, ez li gorî hesabê Mehemed Eliyê Xursî bi te re rûneniştim. Wek min got, ji bo her seeteke rêya te deqeyek û duwazdeh seet jî dike duwazdeh deqe û hew.

Erdo:

-Ez axa bin nigê te maçî bikim, balo bike bîst deqe, birêz.

Trump:

-Ne bîst, lê ji ber te telaqê xwe avêt-ez zanim telaqê te tune ye, lê hurmeta min ji gotina “bi her sê telaqên bêfitû” re heye, loma sê deqe jî ji bo vê gotinê ez ê li ser zêde bikim û hew. Ez ji serê kîrê te ketibim ji panzdeh deqeyan pê ve tenê deqeyeke zêde jî bi te re rûneniştim.

Erdo:

-Okey!

Categories
Devliken KelogirîNivîskar
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...