Roja Zimanê Dapîrê pîroz be Gundîno!

Zilamek ji bo ku têkeve îş diçe bi Microsoftê re diaxife. Ew îşê ku dixwaze bikevîyê paqijkirina çoling/çulik/an e. Ji bo imtîhanê bi menejerê HRê lihev tên û diçin çolikek xetimî vedikin. Menejerê HR ê, ji zilam re dibêje: „Te îmtîhan borand, ka çi rojê siet di çendan de tu dixwazî dest bi îş bike, bi e-mailê emê te agahdar bikin“.

Zilam dibêje: “Kombersa min ya ku ez bikarbînim tine, ji ber wîqasî e-maila min jî tine“.

Menejerê HRê: “Ez xemgîn im. Heke e-maila te tinebe mixabin hebûna te ya rawêjî tine/ketim tê hesabkirin û ji bo vîqasî em nikarin te bixin îş“.

 Zilam bêçare derket derve. Gelo ez çi bikim çi nekim…!

Ji xwe re melheze kir û fikirî. Lê nihêrî bi 10 dolarên ku di bêrîka wî de hebû 20 kilo gilyaz kirî û derî bi derî gerand û firot. Di demek kurt de deh dolar bû du qat. Çû bi bîst dolarî hinek gilyazê din kirî, ew firotin û got: “Ez wiha jî dikarim nanê xwe derxim“.

Qederek dewam kir. Her roj sibê zû radibû diçû ji xwe re gilyaz difirot. Demek tê de çû rabû ji xwe re qamyonetek kirî. Hey wusa wusa qamyonetek bû didu sisê. Hew lê nihêrî bû xwedîyê qemyonetek mezin û çend qemyonetên biçûk. Piştî 5 salan vê gavê ev zilam li Amerîqayê xwedîyê mezintirîn şîrketa neqlîyê ye û di nava giregirên Amerîqayî de xuya dike.

Rojekê melheze paşeroja malbata xwe dike û dixwaze sîgorta wan çêke. Diçe bal sîgortacî miamlan çêdike û sîgortecî dibêje: “E-maila xwe bide me da ku em we agahdar bikin“.

Zilam dibêje: E-maila min tine“.

Sîgortecî: “Heke e-maila te hebana te yê çi bikira û çi nekira! Vêga tu deh qat mezintir dibûyî“.

Zilam dikene û dibê: “Heke e-maila min hebûya vê gavê ez çolikvanê Microsoftê bûm“.

 Îcar di jiyana mirov de carnan tiştên halo dibin. Vêca divê em nebin sebeba toqandîûna mirov. Divê mirov azim bike û li ber xwe bide wesselam.

Silav û rêz

About The Author