Rêya Rast, Hevalên Rast

Şerefxan Cizîrî

Li ser pirsa rê û hevaltiyê gelek gotinên watedar hene. Rê û heval ji hêla exlaq de û di asta dawî de hevdû timam dikin. Rê ji bona ku mirov bigıhêjin armancên xwe gelekî giring e. Heval jî wilo ne. Gava ku rê û hevaltî li hevdû nekin armanc di dawî de vala derdikeve. Rêya rast divê bi hevalê rast re destpêbike. Gava ku rê ne rast be, çiqasî hevalên mirovan hêja bin jî, di dawî de biserketin ne pêkan e. Ji ber vê rastîyê jî Kurd dibêjin; bila rê be, bila dûr be!

Dîsa, gava ku heval ne rast bin, rê ciqasî rast be jî biserketin pêkan nabe. Gava ku rê û heval li hevdû nekin, armanc beravêtî dibe, demoralîzebûn pêş dikeve û qeysparêzî rehên xwe berdide nava xwîna mirovan. Bi dozê re xaîntî dibe helwesteke ji rêzê û xebata ku ji bona armanceke mezin tê kirin bi wextê re deforme dibe. Ma Kurd nabêjin; hevalê xwe ji min re bibêje, ez ji te re bibêjim ka tu kî ye! Ango kurt û kurmancî divê him rêya mirovan rast be û him jî hevalên mirovan rast bin.

Wê gavê serkeftin di xebata netewî de tekez pêkan dibe!

Tê zanîn ku hemû ziman û milet li gora exlaq û tecrûbeyên xwe di vî warî de hinek dîtinan, pîvanan, şîretan formüle dikin. Minak; gava ku rêya mirovan pirsa netewî be, divê mirov hevalê xwe ji li gora vê rastîyê hilbijêre. Ji ber ku netewayetî ji bona Kurdan pirsa man û nemanê ye. Gava ku doz ewqasî giring be, divê hevalên ku mirov bi wana re derkeve ser rê jî, bi qasî rê giring bin. Doza netewî divê bi hevalên nefsbiçûk, fedakar, xebatkar û jêhati re birêve biçe. Bi hevalên ku dikarin bersiva rewşên zexm û yên ku ne li gora dilê mirovan bin jî, mirov dive mirovên wilo re derkeve ser rê. Ev heval karibin bi rêbazên hevkariyê, hevbeşbûnê, serpereştiyê pêşîya tevgera xwe vekin û ji bona pêşxistina dozê biryarên pêwîst karibe bidin. Mirovên ku weke toltajîyan nikaribin nêçirê bikin û ne jî bikaribin dirindeyan biqewirînin, nikarinbin du gotinên birêkûpêk bibêjin, di warên pêwist de nikaribin pêşkêşiyê bikin, ango taybetmendiyên wana yên siyasi û civakî tunebin, ew ê çima bikevin nava kadro û pêşengên tevgera netewî?

Ma tevgera netewî guher û hewşîkê nekirkêra ye?

Dîsa gava ku armanca mirovan demokrasî, azadî, wekhewî, serbixwebûn be, dîsa divê mirov hevalê xwe li gora vê rastiyê hilbijêre. Gava ku mirov di xeta xwe de hevalê ked û jêhatbûnê be, mirov bi kedxwûran û nekirkêran re nikare bigîhêje tu meqsed û miradan! Ma gava ku diz bibin berpirsê malî û budçeya hevbaş, wê çava bahwerî dinava tevgeran de ava bibe? Gava ku mirov hevalê xwe ji nava gendel, nekirker û qerpalan hilbijêre, rêya mirovan çiqasî rast be jî, serkeftin nabe nesibe tu mirovan…

Heta nûha tevgera Kurdan ya siyasî nikaribû xwe baş ji mantiqê bazirganiyê û berjewendiyên şexsî bidûr bixîne. Tevgera netewî heta nûha nikaribû baş xwe ji mirovên şelaf, gelac û qerpalî bıdûr bixîne. Divê mirov baş zanibe ku doza netewî divê karibe xwe ji bar û tıxûbên kesayetiyê derbas bike, bibe netewî û berjewendiya netewa xwe di ser berjewendiyên şexsî re bigire. Li miqabilî şert û mercên dijwar divê mirov bêşık kadroyên xwedi bahweri û şexsiyet derxîne pêş…

Lê em baş dizanin ku gelek caran li Kurdistanê siyaset li gora berjewendiyên şexsî û malbatî hatiyê meşandin. Em dizanin ku sîyaset û hevaltî ne li gora taybetmendiyên ku ji me tê xwestin bi rêve çû ye. Mirovên ku di cıvata Kurdan de bikêrî diya xwe û bavê xwe nehatinê, nikarin kiloçên du bizinan ji hevdû cüda bikin, nikarin kevirekî deynin ser kevirekî, ji bona hinek kurtêlan bidest bixînin dikevin nava tevgerên siyasî, di asteke berteng de, di livandineke nizm de sobayê dikin û xwe weke netewparêz û demokrat nişan didin! Xwe li dora hinek serok û hevalên nekirkêr vedihewînin û qûretiyên bêhempa dikin! Xema wana ne doza mezin e. Ne Kurdistan e. Ew tenê wextê xwe bi betalî derbas dikin û li bendî sifra hazir in! Ji wan bipirsin; ma tu bi kêrî çi tê, wê bibêje; ez netewî me! Tu çi karî dikî; wê bibêje; ez netewî me! Te heta nûha çi kiriyê, wê bibêje; ez netewî me! Te çi xizmet di warê ziman, ekonomî,kultur, bazırganî û siyasetê de kiriye? Wê bibêje; ez netewî me!

Ango li cem wana nekirkêrî bûye netewayetî!

Li her çar nikarên Kurdistanê ev hevalên sextê û nekirkêr bûne asteng li himberî doza netewî û di praktîka xwe de bêhemdê xwe xizmet ji dijminên welatê me re dikin. Doh ji wilo bû, îro jî wilo ye. Di dîroka tevgera netewî de yên ku bûne asteng hergav ji nava tevgerê bi xwe derketine. Ango kurmê darê ji darê ye! Li dîroka me ya du sedsalên dawî hûr û kûr bibin û hûne bihêsanî pêrgî wan kesên wilo bibin.

Ji bona ku Kurd binketinên xwe yên dîroka dubare nekin, ji bona ku di doza netewî de çewtiyên me dubara nebin divê em hevalên rast ji bona siyaseta netewî derxînin pêş. Mirovê ku hişmendiya netewî û siyasî bi wana re tüne be, ew ê çima di nava kadroyên netewî de ji xwe re cîh bibinin? Tevgera netewî beriya hemû tiştî divê tevgereke kadroyên netewî be! Ev mirov divê xwediyê taybetmendiyên dîyar bin, divê karibin eşkere xwe di warekî civakî û siyasî de realize kiribin. Ev heval heke bi kêrî defe bên, heke bi kêrî zirnê bên, heke bi kêrî kemançê bên, heke bi kêrî tenbûrê bên, heke zanibin bi kêrî govendê werin, an jî dengbêj bin divê ev taybetmendiya wana jê hêla tevgera netewî de hatibe pejirandin. Di warê siyaset û netewayetiyê de divê ev mirov xwediyê taybetmendiyên dîyarkiribin. Ango hunermendîya wan ya siyasî û civakî di nava Kurdan de divê eşkere bûbe û ji hêla kadroyên netewî ve jî hatibe dîtin.

Gava ku qerpal û çekûr bi hêsanî bûn kadroyên siyasî, tekez wê di vî mastî de mûyek hebe!

Hilbet di welatê me de cîh ji nekirkeran, çekûran û qerpalan re jî heye! Ew jî ewladê Kurdistanê ne! Ez ne li dijî wana me, ez li dijî vêna me ku ev bibın kadroyên siyasî û bibin dûvekên serokên nekirkêr!

Serokên ku hemû Kurd dizanin ku ew weke toltajîyan e, tenê dizanin xwarine bixwûn, ji xwe re li cîhekî xweş bigerin, li ber mirekên dagirkeran porê xwe şehbikin, bidûv gepan de bin, zanibin xwe li her deveran veparimînin, ne bi kêrî nêçirê bên û ne jî dikaribin doza xwe ji dirindeyên dagirker û sîyaseta çewt jî biparêzin! Ma serokatî wilo erzan e!

About The Author