Li ser bextê malpera Elsomerîyye News be, dibêjin Dîwana Serokatîya Komara Iraqê belgenameyek nehênî belav kiriye û lotikek mam Celal eşkere kiriye.
Li gora vê lotika nehênî, dibêjin mamê me Celal Talabanî ji bo serdana xwe ya Amerîkayê û xerckirina virde wêde, 2 milyon dolar ji Wezareta Darayî ya Iraqê xwestiye û gotiye ”Zûûûûûûûû 2 milyon dolar bişînin ser hesabê min (3060) ê li banka Rafîdeyn şaxê Mensor” filan û fîstan.
2 milyon dolar haaaaaaa!
Yaw mamo, ma 2 milyon dolar têra goştê elokan dikin canekem? Heke du milyon dolar xilas bûn û tu li Amerîkayê bê goştê elokan ma, tê çi bikî kaka? Çend dolaran ji bo xwarina Hambûrgeran jî bihêle qurban, wî!
Axir, ez ditirsim xezîna Iraqê têra zikê mamê me neke ellawekîl we go çi?
Silêmanî
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin