Nivîskarê Kurd kekê me Ehmed Çinarbaş dest bi lotikek pîroz kir û pirtûka “Muzîsyenên Mêrdînê” amade dike.
Ehmedê me di vê derbarê de kedek mezin daye, serê xwe pir êşandiye û heta niha zêdeyî bi 100 hunermendên Mêrdînî re rû bi rû hevdîtin kiriye, yên ku ew nedîtine jî bi rêya înternetê xwe gihandiye wan.
Di pirtûkê de hunermendên Mêrdînî, jiyana wan, xebat û berhemên wan tê nivîsandin.
Ehmed Çinarbaş di vê derbarê de dilxweşîya xwe tîne zimên û dibêje: “Bi taybet ji Nisêbîn, Dêrik, Midyad, Qoser, Stewrê û hinek bajarên din hunermendên navdar derketine. Em dixwazin van hunermendên ku kedek mezin dane çand û muzîka Kurdî bi nifşên nû bidin nasandin, wan nedin jibîrkirin” û didomîne.
Pirtûka hunermendên Mêrdînê di nêzîk de derdikeve. Hunermendên ku ji Mêrdînê û derûdora Mêrdînê ne, karin bi rêya vê telefonê xwe bigihînin kekê me Ehmed Çinarbaş da ku jiyana wan jî di pirtûkê de bê nivîsandin.
Ahmet Çınarbaş: 0 544 590 60 14 e- mail : ahmetcinarbas@hotmail.com
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin