P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Aqûbet li kakacanan be



Bengîn Elegez/

 

latini

 

Rayedarên dewleta Kazakistanê biryar girt ku derbasî tîpên latînî bibe û toqa naletê ji stuyê xwe derxîne. Wezîrê Kultur û Enformasyonê Muhtar Kulmuhammed, di vê derbarê de got ku „em dixwazin toqa naletê ya tîpên Krîlî ji stuyê xwe derxînin, dest bi tîpên latînî bikin da ku em û dinya medenî bibin krîvên hev“ filan û fîstan.

Kulmuhammed, bi berdewamî got ku wê tîpên latînî di pê?ketina welatê me de bandorek mezin bilîze û di vê derbarê de serokkomar Nursultan Nazarbayev desthilatdarî daye wezîrê perwerde û zanîstê. Kulmuhammed got ku wê ev pêvajo hinekî wext bistîne ji ber ku divê berê xelkê Kazakistanê ji vê lotika latînî re bê amadekirin.

Werhasil, Kazakistanê lotika tîpên latînî kir bernameya xwe û dixwaze dev ji Krîlî berde.

Û Kurdekanên me yên ba?ûrekan?

Ewê kengî biryarek netewî wergirin û dest bi tîpên latînî bikin kaka? Ma hûn nafikirin ku dev ji wan tîpên ?eytanokî berdin, dest bi latînî bikin û Kurdan bikin yek millet, Kurdistanê jî bikin yek welat canekem? Madem hûn dixwazin bi rêya Tirkiyê xwe bighînin Ewrûpayê, çima hûn helwestek Kurdewarî nagrin û destpêkirina tîpên latînî naxin bernameyên xwe kaka? Yan hûn yekîtîya milletê Kurd naxwazin?

Axir, Kazakistanê lotikek avêt û aqûbet li kakacanan be rebbî…

26.11.2009- Moskova

Ev nivîs 438 carî hatiye xwendin


Şirove bike