P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

LOTIKA ERMENIYAN KÊM MABÛ


Bengîn Elegez

 

ermeni

Gerçî min bi xwe zanîbû, lê heta niha gellek kesan digot qey tenê Tirk, Ereb û Faris lotikên bêîman li Kurdistanê dixin.  Lê halbûkî lotikên Ermenîyan ji yên dewletên dagîrker ne kêmtir in.  Ermeniyan jî lotikek bêîman li Kurdistanê xist û bûn zêdebûna ser kezebê. Hem jî lotikek wisa bêîman û bêadan ku merî nikane ji wan re bêje amîn.

Ermenîyên ku em Kurd di her halûkarê de pi?tgirîya wan dikin û wan wek brayên xwe dizanin, di nex?eyên xwe de Kurdistan jî kirine nav sînorên Ermenistana mezin û niyeta xwe ya li dijî Kurdan xwe? e?kere dikin. Lê ne sûcê brayên me yên Ernemî ye. Heta em Kurd ev xwelîliser û ehmeq bin, helbet wê herkes kurtanê xwe li me ke.

De ji xwe re li vê nex?eya bêwijdan binerin bê çawa hemû axa Kurdan xistiye nava xwe. Tenê çend bihost ji aliyê kendavê ve ji Kurdan re hi?tine û xelas. Ê helbet canim, ji xwelîliserên wek me re çend bihost pir û zêdeyî serê me ye jî canim.  Ma ji Kurdan re dewlet çi lazim?  

Axir, di vê nex?eyê de îcar ne Ermenistanek, du Ermenistan çêkirine. Yek havîngeha wan e, ya din germiyanistana wan e; di vê de bajarê Edene, Mêrsîn û Marmarîs jî hene. Xuyaye Ermenîyên me ji tûrîzmê jî hez dikin haaa, îcar Mersîn û Marmarîs kuro!?

Neyse…

Dibêjin mirî?k di xewna xwe de tim û tim garis dibîne. Em Kurd di xewnên xwe de Împaratorîya Medya dibînin û cîgerim Ermenîyên me jî di xewnên xwe de Ermenistana mezin dibînin. Îcar wê xwedê xewnên kê bicirîne (pêk bîne) ez jî nizanim wesselam.

29.01.2010- Êrîvan

Ev nivîs 454 carî hatiye xwendin


Şirove bike