Divê Karayilan Bi Kalkan û Karasu Destpêbike…

Divê Karayilan Bi Kalkan û Karasu Destpêbike…

Şik û guman tê de tune, ziman nasnameya mirova ye, ziman hebûn û pêşeroja milletekî ye. Bi vê zanabûnê dewleta Tirk asîmîle kirina Kurda û neteweyê din kir stûna komara Tirk. Ji 1924 û heta niha dewleta Tirk zorî daye asîmîlekirina Kurda û kêmneteweyên li Tirkiyê. Di vê siyaseta dewleta Tirk de ji derveyî Kurdan, piranîya netew û kêmneteweyên din bi piranî hatine asîmîlekirin û ji dîrokê hatine rakirin. Her çiqasî Kurdan heta îro li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dabin û zimanê xwe paraztibin jî, lê mixabin asîmîlasyona dewletê beşek mezin ji Kurdan jî daye ber pêl û tofana xwe û ew ji rê derxistiye, asîmîle kiriye û ew kiriye Tirk. Bi taybet Kurdên ku ne xwedîyê hest û îradeyek netewî ne, Kurdên ku bi îradeyek koletî û bindestîyê mezin bûne û Kurdên ku bi mejiyê enternasyonalîzmê tev digerin, dibin şirîkên siyaseta asîmîlasyonê û nimûneyên xerab. Tew ji xwe siyasetmedarên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin û levzek Kurdî nizanin, ji Kurdan re dibin nimûneyên pir xerab û di pêşdeçûna asîmîlasyona Kurdan de rola xwe dilîzin. Di nav vê grubê de rêveberê PKKê serî dikşînin. Ev nimûneyên xerab ji malbatên Kurd re dibin berçavka asîmîlasyonê û dibin sedem ku zarokên malbatên Kurd wan ji xwe re bikin mînak û Tirkî biaxivin, bi Tirkî bixwin û vexwin û ji zimanê xwe, ji çand û adetên xwe bi dûr bikevin.
29.03.2012 Serokê KCK Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kişandibû ser girîngîya perwerdeya bi zimanê Kurdî û ji Kurdan daxwaza boykot kirina bikaranîna zimanê Tirkî kiriye.
Ziman nîşana cudatîya mirovan e. Tiştê ku mirovan ji hev cuda dike û wan ji hev vediqetîne ziman bi xwe ye. Her millet bi zimanê xwe tê naskirin û bi zimanê xwe xwe li ser lingan dihêle. Nasname û hebûna milletan zimanê wan e û pêve girêdayî jî zarokên wan e. Zarok pêşeroja milletin û ger ew millet zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde nekin, wan bi ziman, çand û toreyên xwe mezin nekin, pêşeroja wî milletî tune û têkçûna wî milletî ne dûr e. Ji ber vê, ev herdu hêman (ziman û zarok) milletekî li ser lingan dihêlin. Ev ji bo Kurdan jî her wilo ye û lê mixabin Kurdên me hê jî di gellek waran ne negihane zanebûn û girîngîya zimanê zikmakî û perwerdekirina zarokên xwe.
Wek me li jor jî anî ser zimên, stûna Kemalîzmê û dewleta Tirk asîmîlasyon e û xwe bi vê stûnê li ser lingan dihêle. Asîmîlekirina Kurdan xurtbûna dewletê ye, lê paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî jî têkçûna wan e, parçekirina dewleta Tirk e û divê her rêxistin, partî û dem û dezgehên Kurd bê şert û qeyd xwedî li zimanê Kurdî derkeve, zimanê Kurdî di her qadê de bi kar bîne. Di vir de rol û erka herî mezin helbet dikeve ser milê PKK, KCK û BDP. Heger rêvebirên PKK û KCK ji Qendîlê û bi taybetî jî Duran Kalkan û Mustafa Karasu dest bi vê gava pîroz bikin û axavtin, perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî ji xwe re bikin armancek sereke, bixwaze nexwaze wê bandora xwe li piranîya Kurdên bakur û hevalbendên wê bike, wê bibe sebeb ku heta bi siyasetmedarên ku bi Kurdî nizanin jî dest bi hînbûna zimanê Kurdî û pê axivtinê bikin. Ji ber vê, heger birastî wek ku Karayilan dixwaze niyeta KCK heye zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, divê ev gav di serî de ji Qendîlê bi pêşevaniya Duran Kalkan, Mustafa Karasu û rêveberê din ku bi israr xwe fêrî zimanê Kurdî nakin dest pê bike.
KCK bi boykotkirina zimanê Tirkî gavek erênî û Kurdewarî avêtiye. Li gora min divê Kurd êdî di her warî de, di her qadê de zimanê Tirkî û her tiştên ku bandorê li asîmîlekirin û têkbirina Kurdan dike boykot bikin. Çawa ku Newroza îsal di rojeva Tirkiyê, dinyayê û di rojeva çapemenîya Tirkan de ciyekî mezin girt û Tirk pê çavşikestî bûn, boykotkirina zimanê Tirkî wê darbeyek mezintir li dewleta Tirk xe û çavê wan zêdetir bitirsîne. Hikûmeta ku xwedêgiravî dixwaze hinek gavên demokratîk bavêje û rê ji hinek mafên mirov re veke, hê jî gava perwerdeya bi zimanê Kurdî dikeve rojevê, wek ku cin ji hesin bitirse jê direve û perwerdeya bi zimanê Kurdî naxe rojeva xwe. Çima? Ji ber ku zane tiştê ku Kurdan li ser lingan dihêle zimanê wan e û ger dest bi perwerdeya bi zimanê Kurdî bê kirin, wê Kurd xurttir bibin, wê hestên netewî pêşdetir biçin û wê pêşeroja Kurdan, ango zarokên wan bibin parêzerên zimanê xwe, zimanê Kurdî. Ev jî ji bo dewletê mirin û têkçûna herî mezin e.
Ji ber van sedemên ku min li jor anîn ser zimên û ji ber gellek sedemên din, biryara ku daxwaza serokê KCKê di warê boykotkirina zimanê Tirkî de biryarek maqûl û pîroz e, divê her Kurd xwedî lê derkeve û destekê bide vê daxwaza pîroz. Bê şik û guman, divê êdî Kurd sînorekî têxin navbera xwe û Tirkan û ev sînor jî zimanê Kurdî bi xwe ye. Zimanê Kurdî xeta sor a navbera Kurd û Tirka ye. Divê Kurd xwe ji vîrûsa nexweşîya zimanê Tirkî dûr bixin û bê guman dermanê vê vîrûs û nexweşîya xedar jî axavtin, perwerde, rabûn û rûniştina bi Kurdî û zimanê Kurdî bi xwe ye.

Nûrî Çelîk

About The Author