Dermanê „Bixwe û lêxe“ li cem Lotikxanê ye

Li ser bextê zinêkar, fitne û fesad, qûnek û qûndeyên Iraqê be, dibêjin li başûrê Kurdistanê hevduberdan zêde bûye û êdî xêr û bereket di zewacê de nemaye.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin li başûrê Kurdistanê zewaca jin û mêr bûye wek lîztika zarokan, piştî zewacê bi çend mehan êdî fîşekên bûk û zavê xilas dibin, sarîya lotik û zîtirkan dikeve navbera jin û mêr û êdî hew li hev germ dibin, hew li wan radibe.

Li ser bext û wîjdanê Nûrî Malikî be, dibêjin êdî dadgeh, dadwer û textor hew di ber serlêdanên hevduberdanê re digihên û ne roj li wan roj e, ne şev li wan şev. Dibêjin bi kîlometroyan dor û rêz li ber derîyê dadgeh û nexweşxaneyan çêdibe. Kesên ku ji seks û zîtirkên erotîzmê hez dikin lê  jina wan di vî warî de sar û cemidî ye, serî li dadgehê dixin û doza hevduberdanê dikin.

Ez serê we neêşînim, li gora sîxurên me dibêjin, zilamên Kurd ji lotik û zîtirkên seksê pir hez dikin. Lê gava jinên wan ji bo seksê sar û wek qeşayê cemidî bin, yan dixwazin jinek din bînin, yan jî jinkoka xwe ya sar û cemidî berdidin. Îcar piştî hevduberdanê çi dibe? Civakek „kê kir kê„, civakek „doxînsist û berdîberdayî“ çêdibe. Yanî, heke wilo biçe, wê Kurdistan ji Ewrûpayê xirabtir bibe çarox û bawer bikin wê êdî kesek derpî jî li xwe nehêle.

Axir, ji bo em rê li hevduberdanê bigrin û ji bo ku civaka Kurd nebe civakek doxînsist, lêkolîner û pisporên Lotikxanê dermanek bi navê „Bixwe û lêxe“ afirandin û ev derman li ser 355 mişkan ceribandin. Piştî ceribandinek serketî, hat dîtin ku ew 355 mişk bi wî dermanî har bûne, bi şev û roj ji ser pişta hev daneketine û girêza devê wan 25 metroyan herikîye.

Îcar em dermanê xwe „Bixwe û lêxe“ ji bo xwendevanên xwe û bi taybet jî ji bo Kurdekanên başûrekanim bi %50 erzantir difroşin kaka. Kesên ku jina wan yan mêrê wan seksê nexwazin, sar û cemidî bin, dermanê „Bixwe û lêxe“ yek û yek e. Bawer bikin kefçîyek ji vî dermanî têra lotikên 25 rojan dikin, ewqas bi bandor û bi hinner e.

Îcar hûn zanin qurban, derman ji me û lotik û zîtirk jî ji we. Îcar hûn bi qîma xwe ne…

About The Author