P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Mela Bextiyar û bacanên demokrasîyê


Xortê Torî

 

Ji demokrasîyê xwe?tir tuneye. Aha ji we re nî?ana xwe?bûna demokrasîyê gelî xwendevanan.

Berî 2 hefteyan endamê mekteba siyasî ya YNK Mela Bextiyar derket sefera derveyî welêt. Bi armanca ku ji xebata siyasî zêdetir xebatek rêxistinî bike, hate Oslo jî.

mele bextiyaro

Mela Bextîyar li Oslo seminarek bi navê „Di prosesa demokrasîyê de Kurdayetî“ de pêkanî. Mela Bextîyar wisa xwe? kir ku meriv dikare her ti?tî bi serbestî bêje. Kakacan demokrasî kir ?îr û ?ekir û av bi devê mêvanan xist, girêza wan metrokê herikand.

Axir, Mela Bextîyarê me wisa pesnê demokrasîyê da ku yek ji be?darvanên semînarê bi sira ket, wek hespên Bahman Gobadî serxwe? bû û ji e?qa demokrasîya zêde bacanên sor wek fî?ekên kele?kofê avêtin Mela Bextîyar.

Werhasil, di dawîya lêpirsinê de derket holê ku kesê bacan avêtiye Mela Bextiyar sofîyek ji tarîqata Goran e.

bextiyar mela bacan

Di dema avêtina bacanên sor de hinekî tevlihevî bi be?darvanên semînarê re cêbû û gotin qey sofîyê tarîqata Goran bombe avêtiye Mela Bextiyar û ziravqetandî bûn.  Lê di dawîyê de teyrên baz aramî paraztin, xwedîyê bacanên sor girtin û revandin.

Ez serê we neê?înim, semînara demokrasîyê bi avêtina bacanên sor xemilî û xwe?tir bû. Îcar wê Mela Bextiyarê me carek din behsa demokrasîya zêde bike yan neke ez jî nizanim. 

Kurdên me vê carê bacanên sor avêtin siyasetmedarên xwe. Îcar wê kengî wextê avêtina „xiyaran“ bê xwedê zane…

29/01/10- Oslo

Ev nivîs 416 carî hatiye xwendin


Şirove bike