P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Dil


Dr. Mihyedîn

  Malzarên la?ê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen’ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lê? bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê la? bigere. Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lê? bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li la? digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks’a mirovekî ye. Dengê Dil ji guva?tin  û sistbûna wî derdikeve. Gava ew sist dibe û tê guva?tin deng derdixe. Gera xwînê bi alîkariya qapaxên Dil çêdibe. Di her lêxistinê de dilê mirov 50-60 cantîmetrekup xwîn dipijiqîne. Di her lêxistina Dil de 1,4 kîlogrammetre kar tê dîtin. Dil, di deqîqekê de 4-6 lître xwîn dipijiqîne. Xwîn, di deqîqekê de 6 carî digere. Ji bo vê jî karê ku, dil di rojekê de dibîne, digihê heta bi 20 hezar kîlogrammetro.  Dil, wek motora la? e û vî karê giran jiyanek dûr û dirêj berdewam dike.

Herz_anim

 Nexwe?iyên Dil

Înfeksiyona kîskê Dil (Perîkardît)

Dil, di nava kîsekî de daliqandiye. Ev kîskê dil e. ( yan jî kirasê dil). Ev kîsik kare ji hundur de înfeksiyonê (îltîhabê) bigre. Ji vê elemgirtinê re Perîkardît tê gotin. Ev nexwe?î pirr kêm tê dîtin. Li der û dora dil perçiqandin çêdibe û kîsê dil brîndar dibe. Carna sedema vê nexwe?iyê nayê dîtin, lê tê bawerkirin ku, ev ji bandora nexwe?iyên din, peyde dibe. Carna kare ji înfeksiyona romatîzmayê jî çêbibe. Perîkardît kare ji bandora romatîzmayê, elemgirtina Gurçikê. jana zirav (verem-tuberkuloz), Tîfo, nexwe?iyên qapaxên dil, înfeksiyona qirikê û.w.d, pêk bê. Bi piranî bi xort û ciwanan re peyde dibe. Bi înfeksiyona kîsikê dil re, der û dora dil dê?e, bêhnçikandin û tirs destpêdike. Gava înfeksiyon derbas dibe, ava ku ketiye kîsik tê vexwarin. Lê carna zarên kîsik cî bi cî zeliqandî dimînin. Di van ciyên zeliqandî de carna kils tije dibe. Nexwe?iyek giran e. Bi operasyonê (ameliyatê) derbasbûna wê gengaz e.

Mezinbûna Dil

   Gava meriv zêde dixebite û dikeve stres’ê, dil jî li gor wê zorê dide xwe û dixwaze xwe li gor wê tempoyê bipîvê. Gava ev têr neke, zorê dide xwe û bêhtir xwînê dipijiqîne. Ji bo vê jî divê zêdetir binepixe û tevbigere. Gava dil dinepixe û firehtir dibe, pê re dîwarên dil jî qalindtir û bihêztir dibin. Bi firehbûn û nepixandina dil re, mezinbûna dil jî tê holê. Vexwarina zêde jî dibe sedema mezinbûna dil. Kesên ku zêde bîra vedixwin, karin zûtir têkevin bin bandora nexwe?iya mezinbûna dil. Gava qapaxên dil qenc neyên girtin jî ev nexwe?î kare serî hilde. Ji ber xwîna ku, ji maldamara mezin tê, pa? de vedigere. Di girtîmayîna qapaxên dil û di vexwarina zêde de (a alkolê) tevgera dil serûbinê hev dibe û ji vê nexwe?î peyde dibe.

herz-neu

Jarbûna Baz’ên (kas-adale) Dil

  Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di kefteleftê de be, dil jî hevqasî dixebite û zorê dide xwe. Xebat û stresa zêde a lê? dil jî bi xwe re diwestîne. Gava dil jar dibe, di reh û damaran de xwîn kom dibe û ba? nagere. Gava xwîn ba? negere, zorê li damaran dike û tadê dighîne wan. Wî çaxî xwîn dinuqute nav lebatên hundurîn. Ji ber vê jî lebat (organ) dinepixin û dê?in. Carna ev ê? û jan zêde dibin û dibin sedema avgirtina zik. Wek ku, di paq û zik de tê dîtin, xwîn, kare têkeve nava Sorsorkê (kezeba sor) jî. Wî çaxî bêhngirtin zehmet dibe û kuxik destpêdike. Ji vêna re Astim’a dil tê gotin.

Înflamatîona Baz’ên Dil (Mîyokardît)

  Sedema wê, nexwe?iyên mîna : Romatîzma, tîfo, Dîfterî û.w.d (û wekî din) in. Sedemek din jî ev e ku, înflamatîona kîsê dil kare xwe çeng bike ciyên din. Bi jehrîketina ji alkol û fosforê jî  sedemek ji wan e. Nexwe?iyek kirêt e. Ji vê nexwe?iyê, bêhnçikandin, çelqa dil, westan, jihaldeketin û astim çêdibe. Ev nexwe?î tam nayê çareser kirin. Li xwe haybûn û dîet girîng e. Tevgera zêde bi zirar e. Heyecan (xof) neba? e. Qehwe, çay û tûtin qedexe ye. Divê alkol neyê vexwarin. Kesên xwedanê vê nexwe?iyê ne divê di bin baldariya Doktor de tevgera xwe bikin.

Herz__Harrison_

Bez’girtina Dil

  Du cûreyên bezgirtinê hene. Yek jê hundurê bazên dil bez digrin. Yek jê jî bazên dil bi xwe bez digrin. A yekem ji xwarina zêde û ji zêdebezgirtina la? çêdibe. Rûn’ên ku, di la? de nayên ?ewitandin, li la? û lebatan belav dibin û dibin sedema bezgirtina baz û rehên meriv. A duwem jî, ji jêdera (encama) hin nexwe?iyên din pêk tê. Wek: Pirsgirêkên qapaxên dil, elemgirtina baz û damaran, kilsgirtina maldamarên sereke, hinek ji wan in. Jehrîbûna fosfor û alkolê jî sedemek e. Di vê nexwe?iyê de bazên dil dihilin û dibin sedema çêbûna bez’ê dil. Di giranbûna nexwe?iyê de, bêhnçikîn, qrîza dil, sergêjî û çavre?î çêdibe. Dil hêdî lêdixe û di la? de av dicive Ji ber ku, sedema herî mezin xwarin û qelewbûn e, divê xwedanê vê nexwe?iyê kîloyên zêde bavêje. Bê agahiya Doktor divê tevgerê neke. Kîloavêtina zêde jî neba? e û mêzêna bedenê serûbinê hev dike. Ji bo vê jî li gor ?îretên Doktor bilivin.

 Qrîza Dil  (sekta dil)

  Sedema qrîza dil a herî girîng Kolesterol (bez û rûnê nava xwînê) û xitimandina damarên dil e. Gava damarên dil ji ber kolesterol’ê dixitimin, gera xwînê radiweste û ev dibe sedema qrîza dil û mirinê.

  Dil, di deqîqekê de 60 -80 carî xwînê pimpeyî la? dike. Ew pimpeyek pirr bi hinner e. Gera xwînê girêdayî pimpekirina dil e. Gava dil xwînê li la? pimpe dike û lê digerîne, bi xwe jî pêwistiyê bi xwîn û xwarinê dibîne. Ev xwîn bi riya damarên bi navê Koroner’ê tê ser dil û dil xwedî dike. Gava di xwînzêm’ên (arter, serkaniya xwînê) Koronerê de aloziyek çêdibe, di damarên Koronerê de kêmasî tên holê. Xitimandina damaran yek ji wan kêmasiyan e. Xitimandina van damaran dibe sedema negerîna xwînê û di jêdera vê de, di sînga meriv de ê?’ek xurt peyde dibe û pê re qrîza dil û mirin tê holê.

  Hinek nî?an û alametên qrîza dil ev in:

* Di qefesa sîngê de tengayî, perçiqîn, giranî û nerehetî..

* Li pî ( mil, kolînk), stû û mil (çeng) belavbûna ê?a sîngê..

* Sergêjî, bêhi?ketin, xwêdana sar û gazînên qefesa sîngê..

   Bi vî awayî xwe ji qrîza dil biparêzin:

* Tûtinê nek?înin..

* Li tansiyona bilind miqatebin û kontrol bikin

* Xwe ji rûn, xwê û kolesterolê biparêzin..

* Fêkî û hê?înayiyê zêde bixwin..

* Kîlwê xwe normal bigrin..

* Di malbata we de nexwe?iya dil hebe sererast saxtî bibin..

* Nexwe?iya ?ekir bi we re hebe, li gor mercên wê bilivin..

Ev nivîs 397 carî hatiye xwendin


Şirove bike