Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin
Dr. Mihyedîn
Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Pi?tî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin.

Xwarinê liser piyan nexwin, rûnin û xwe fêrî xwarina hêdî bikin. Di orta xwarinê de ger êdî hisa we ya birçîbûnê derbas bûbe, zorê nedin xwe û ji ser sifreyê rabin. Ger xwarina we gelekî xwe? be jî vêya biceribînin.
Liser sifrê bila bala we tenê ne liser xwarinê be. Kevçî û çetelê we bila her ne di destê we debe; hewl bidin wan deynin ser sêniyê. Wexta hûn tenêbin xwarinê nexwin, jiber ku mirov gava tenê dixwe zû bi zû têr nabe.
Di amadekirina xwarinê de hin ti?tên balkê?
Pisporên tenduristiyê bala we dik?înin ser van xalên jêrîn.

-Sebze û fêkiyên ku we kirîn berê bi?on û dûvre hûr bikin. Heger berî ?û?tinê hûn wan hûr bikin û pi?tre wan bi?on,ew bi oksîjenê re temasî hev dikin û C wîtamîna wan kêm dibe.
-Gava hûn baqilan (fasûlî,nok,nîsk û.w.d) dixin nav avê û wan ?il dikin (dinimînin) ava li ser wan nerjînin. Ji ber ku, gava ew dinimin, B wîtamîna wan dikeve nava avê. Wê avê nerjînin lê hûn karin pê xwarinekê din çêkin.
-Gava we meqerna keland, ava li ser nerjînin. Ava wê qenc bipîvin û bila di ava xwe de bikele û wê avê bik?îne. Yan B wîtamîna di nava meqerna de kêm dibe.
-Gellek kes birincê di nava rûn de diqelînin û pi?tre dikelînin. Ev ne rast e.Gava birinc tê qelandin proteînên wê winda dibin.
-Nehêlin go?tê qe?agirtî di ciyê germ de dawerive û nerm bibe. Berê go?t têxin ciyekî cemidî – wek jêra sarincê – û bihêlin di wir de dawerive. Gava go?t qe?a xwe berda û nerm bû divê hûn wî go?tî dîsa nexin qe?anê. Wîçaxî wîtamîna xwe winda dike û dibe sedema zêdebûna mîkroorganîzmên bi zirar.
-Zeleta ber xwarinê divê bi xwarinê re bê amadekirin û ne berî xwarinê. Heger zelete berî xwarinê bê amadekirin û ve?artin wîtamîn jê kêm dibin. Lîmon û xwê’ya zeletê dawiyê têxin nava wê.
-Ava ser mast nerjînin. Di vê avê de proteîna “rîboflamî” hete û ev proteîn ji bo tenduristiya meriv pir pêwist e.
-Heger hûn dixwazin birinca we spî û liblibî be, pênc-?e? dilop ava lîmonê berdin nav.
-Heger hûn naxwazin bêhna qelandina go?t têkeve hundurê malê, hinek Caferî (beqdûnis) bavêjin nav rûnê qelandinê.