??VANÊ KERAN!

Samed di dema xwe de li bakurê Kurdistanê xortekî zîrek, jêhatî û ?ore?gerekî demî bû. Dema cûnteya fa?îst ya ku sala di 1980ê lî Tîrkyê tê ser hukim, Samed jî weke gelek welatparêzên kurd bi çiyan dikeve. Demek dûr û dirêj li çiyan dimînê, dihare binxetê (Kurdistana Sûri) lê dîsa li welatê xwe li bakurê Kurdistanê vedigere. Ji ber ku ew naxwaze ji welatê xwe bi dûr bikeve. Loma dixwaze li wir bimîne û teko?îna gelê xwe ya ji bona azadiya wî, xebatê bike. Lê çi mixabin ku berxwedana Samed dûr nak?îne. Ew ji aliyê dijmin de tê girtin. Wî dibin Tugaya Mêrdînê.

eser bube

Di nava Kurdên bakur de navê Tugaya mêrdînî tê maneye tade û î?kenceyan. Ji ber ku gelek xortên Kurdan î?kenceyên bê hempa, li wir didîtin. Mirov digot qey wir yanî Tugaya Mêrdînê, ji bona î?kence, tade û zordariyê li kurdan bike, hatiye avakirin. Vê Tugayê, di dema cuntaya fa?îst de erk û wazîfeyên xwe a li hember kurdan herî ba?tir û rindtir pêk dianî. Ji xwe tirsa Samed yek jê ew bû ku ew neyê girtin, eger bê girtin jî wî nebin wê Tugaya bi î?kenceyên xwe bi nav û deng. Gelek caran ti?tê mirov jê ditirse tê serê me re. Li Samed jî weha hatibû. Ew tê girtin û wî dibin wê Tugayê. Di birina xwe de Samed gelekî bi tirs bû ku ew ê nikaribe li hember tade û î?kenceyên wan rawest e. Lê dema li wir dest bi lêdan û î?kenceya Samed dikin, ew di nava lepên wan kesên ku  î?kenceyan dikin, ji nûve mêr dibe û daxwaza dijminê gelê xwe pêk nayne. Li hemberî hemû tadeyan bi mêranî berxwe dide. Berxwedana wî bû sedema ku polîsan nikarîbûn ti?tekî lê îspat bikirana ku ew welatparêzekî Kurd e û ji bona welatê xwe di nava kar û barên rêxstinî de ye. Pi?tî î?kence û tadeyên 15 rojan, wî di?înin dadgehê. Polîsan, ewraqên wî bi derewên xwe nepîxandi bûn. Hemû ti?t li gor dilên xwe amade kiri bûn. Sawcî jî l gor wan îfadeyên hazir, emrê girtina Samed da û ew ?and girtîgeha bi î?kenceyên xwe, tade û zulmdariya xwe me?hûr, bu nav û deng  ya bi navê girtîgeha 5 nolû a Diyarbekirê.

Samed di wê girtîgehê de deh salan radizê.  Dûre tê berdan, pi?tî berdena xwe jî, ew nikarîbû li welêt bima. Eger bima, hergav polîsan dikarî bûn ew bigirtana û dîsa bi?andina girtîgehê. Ji ber vê sedemê bû ku pi?tî berdana xwe ew, pîrek û du zarên xwe bi rêyên qaçaxî xwe dighêjin Elmanya yê, wextekî dirêj li wir dimînin. Lê çi mixabin ku dewleta elman musaade rûni?tinê neda wan û biryara ji welatê xwe derxin didin. Samed, fêm dike ku wê elmanya wan bi ?ûnde bî?înin Tirkiyê, bi vê tirs û xofê, çi pereyê ku bi wan re mabûn, didin hin qaçaxçiyên din, bi saya wan, xwe dighêjin welatê swêd.

Li Swêdê ew bi cih û war dibin. Dewleta Swêd musade rûni?tnê û xanyekî sê ode dide wan. Mala wî bi maa? ve girê didin. Kêm zêde rew?a mala Samed hinekî xwe? dibe. Vê xwe?bûnê kêfa Samed dianî. Lewra jî xwest dest bi nivîskariyê bike. Ji xwe, ew kesên di zîndana Diyarbekirê de manin dikarin bi dehan pirtûkan binivîsînin. Samed jî ji wan kesan yek bû ku pirtûka xwe ya ewîl li ser Zîndana Diyarbekirê nivîsî û da we?andin. Wî êdî hêdî hêdî gav berbi nivîskariyê ve davît. Ji bona karê nivîskariyê jî wext jê re lazim bû ku divê mirov vala ba da ku bikaribe binivîsîne. Ji bona bi destxistina wext, divê mirov kar nake, ji dewletê maa? bigire, li mala xwe rûnê û li gor dilê xwe binvîsîne. Samed jî weha dikir. Ew tenê rojê sê saetan diçû dibstanê ku zimanê swêdî fêr bibe. Wextên xwe yên din jî ji bona karê nivîskariyê vediqetand. Lê weke diyar e ku weha rehetî tim û tim ji mirov re naqede. Pi?tî demekê, daîreye kar ji mirov kar dixwaze. Di vir de divê mirov zîrek be ku kar neke û maa? bigire. Divê mirov vê jî weha bike ku daîreye kar ji mirov bawer bike. Loma Samed xwe ji bona rojek weha jî amade kiri bû. Eger rojekê Daîreye kar bangî wî bikin, bersîva wî dê hazir be.

Roj hat asîstana (?ef) Samed ?ande pê wî ku li ser rewa? wî ya kar qise bikin. Da ku ew êdî karekî ji xwe re bibîne û bixebite yan jî daîreye kar ji wî re karekî peyde bike.  Di daîreyên kar yên Swêd de, her kesek asîstanekî xwe heye.  Asîstana Samed pîrejinek bû û wê serpêhatiyên Samed, yên lêdan, î?kence û girtîgehê, hemû dizanî bû. Wê dixwest karekî rehet ji bona wî peyde bike. Pi?tî xêrhatinê, asîstanê jê re got:

– Binêr Samed ev demek dirêj e ku me daw û doza kar li te nekirî ye. Lê tu jî dizane weha nebe, pêwîst e, êdî tu ji xwe re karekî bibîne û dest bi kar bike. Di vî warîde em jî dikarin alîkarîya te bikin. Pi?tî van gotinan asîstana Samed hinekî rawestiya, fikirî, li wî nerî û axaftina xwe domand.

-Gelo te li welatê xwe çi kar dikir?

Samed, rew? fêmkir ku lazim e êdî ew jî weke herkesekî kar bike. Lê ew fêrî rehetiyê bû bû. Vê rehetiyê ew kiri bû nivîskar. Da û stend îfade xwe ya bi xêra çend kesên weke wî çav vekirî û fêlbaz, hazir kiri bû. Lewra jî haziriyeke wî ya li hember pirseke weha ji berê de hebû. Zêde nefikirî û got:

– Min li welêt  ?ivantiya keran dikir. 50 kerên gundiyên me  hebûn, min jî bi heqê xwe li wan dimeyizand. Ji bilî vî karî min tu karekî din jî nekiriye. Eger karekî weha li vir jî hebe, hema ez dikarim îro dest bi kar bikim.

Asîstana wî hebekî sekînî, nema zanîbû ku wê ji wî re çi bêje. Dûre pênûs girte destê xwe û got:

– Samed eger em li tevaya swêd bigerin em ê nikaribin ewqas ker pêde bikin. Lê ji ber ku te, ji vê pêve tu kar nekirî ye, em nikarin bi zorê karekî din jî bidin te. Tu niha dikare here, em ê weke berê dîsa pereyên te ji te re bî?înin.

Ji xwe mafekî mirov î qanûnî li swêd ew e ku karê mirov li welêt çibe, mirov li Swêd jî divê wî karî bike. Samed ji vê qanûnê ba? fêde dît û wî ev yeka jî ba? dizanî bû. Ew bi kêf ji ba asîstana xwe rabû. Kete rê û berbi mal de me?iya û xwe bi xwe got: “Ez vê carê jî ji xebata kar xelas bûm”.

Qederê sê mehan derbas bû bû. Samed di anonsa rojnameyekê de dibîne ku qursek kompîtorê tê vekirin. Ev qurs jî bi pera bû. Ji bona mirov bela? here wê qursê, pêwîst bû cihê kar an jî daîreya kar mirov bî?înê da ku mirov pera nede. Loma Samed jî ewraqên xwe dagirt, yek ji chê qursê û yek jî ji cihê daîreye kar re yanî ji asîstana xwe re ?and ku ew pereyên vê qursê bidin, da ku ew bikaribe bê pere here qursa kompîtorê.

Dema asîstana Samed çav li nameye wî û daxwaza çûyina qursa kompîtorê dikeve, ?a? dimîne û nameyekê jê re di?îne.

Samed nameyê digire, hinekî dixwîne, ji ber swêdiya wî ne gelekî qenc bû, loma ew ji têgihi?tina xwe tenê emîn nebû. Ji ber vê bû ku wî  name girt û berbi mala hevalê xwe Hesen ve çû, da ku  nameyê ji wî re tercume bike. Hesen zûde li Swêd dima û wî tercumanî jî dikir. Samed xwe gîhand ba wî û got:

– Kek Hesen min muracaatî qursa kompîtorê kiri bû, vaye bersîva daîreya cihê kar ji min re hatî ye, qasî min jê fêm kiriye ku ew dibêjin  “tu dikare here qursê, em ê pereyên te bidin”. Lê dîsa ez ba? jê ne pi?trast im, ka hela tu jî bixwîne, bê ez rast tê gihi?tîme…

Hesen namê ji destê wî digire. Vedike û wê bêdeng dixwîne, di dema xwendinê de ew dimizmize. Dema Hesen dimizmize, Samed xwe bi xwe dibêje: “Bi xwedê weha xuya ye wan ev daxwaza min qebûl kirine, loma Hesenê me jî, ji ber vê zîrekbûna min dimizmize ku ez ê bibin kompîtorîstekî û alîkarya kurdan bikim”. Li Hesen nerî got:

– Temam e, ne! Ez ba? tê gihi?tîme?

Hesen:

– Belê belê tu ba? tê gihi?tiye, lê qey te dawiya wê qenc nexwendiye ku çi dibêje.

-Na, çi dibêje? Ma min çi ji dawiya wê ye!

– Kuro, xwedê nehi?to eger tu herti?tî weha nîvco bixwîne û maneya wê berovajî bike, helbet mirovê bikene.

– Çi ma! qey gelekî ti?tê ecêb dinivîsîn e.

– Na lo, ne ewqasî ecêb e. Lê ew pê?niyar dikin ku tu here ba Pîsîkolokekî. Ji ber ku ew rew?a te xerab dibînin.

– Ew çima?

– Te, berê ji asîstana xwe re gotibû ku te li gund tenê ?ivantiya keran kirî ye. Lê niha jî, tu doza ku here qursa kompîtorê li wan dike. Heger ev ne nexwe?î be, lê çi ye?

About The Author