Weyy tîîîîtttt…!

UMITEz bawer im, biçûk mezin hûn hemû kes, rew?enbîrê bêhempa Umît Firat nas dikin…
Ew Umît Firatê ku dijberî û berberiya Apo û PKK dike…
Ew Umît Firatê ku bi devavêtina Apo û PKK ê bi telîsan pere ji telewizyonên Tirko qezenç dike…
Ew Umît Firatê ku di warê Kurdayetî û siyasetê de tenê Xwedê taela li ser xwe re dibîne…
Ew Umît Firatê ku li taxa Cîhangîrê rûdinê… 

Nizane bi Kurdî bipeyive, heta roja îro ji bo çand û edebiyata Kurdî du kevir danenîne ser hev, ne eyb û ne fedî dev davê Apo û PKK ê û bi zimanekî tund, bi ?êwazeke beradayî wan tawanbar dike.
Nizane bi Kurdî bipeyive, dibê ez rew?enbîrê Kurd im û herwiha hêlîna xwe dibe hezar hêkî. De ji wan hezar hêkan jî nehsed û nod û hey?t xerabe ne, yek pûç û dawiya mayî jî nikil kiriye. Ew a nikilkirî jî, bibe çêlik wê bi çi be û nebe çêlik wê bi çi be?

Gelo te heta roja îro çi kiriye?
Gelo hayê te ji te û Kurdayetîya te heye?
Gelo tu Cihangîra Stenbolê didî bi Kurdistanê?
Gelo tu Guney Qahwesî didî bi Enstîtuya Kurdî?
Ne bawer im…

Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin siyaset, gava dihere da?irê, li ser kevirê da?irê rûdinê û dibe çireçira qûna wî, tê hi?ê wî…
Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin gava disincirîne û radipelike dîwaran siyaset di bîrê de tê…
Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin gava dihere li qahwexaneyê rûdinê û dibe reqereq û ?eqe?eqa kevirên okey, politîka di mejiyê wî de bi sobaniyê dilîze… 

Guney Qahwesi:
Ciyê ?ore?gerên betilî ye…
Ciyê nivîskarên zikê?î û virikî ye…
Ciyê rew?enbîrên beravêtî ye…
Ciyê ?anoger û lîstikvanên qerimî ye…
Ciyê quretî û pozbilindiyên vala ye…

Çend roj berê ji bo dîtina hevalekî ez çûm wir. Bi gavavêtina hundur re, salê hey?tê hate bîra min. Bêhna zindana Diyarbekir ji hundur difûriya. Lê zindanek ji binî de hilwe?iyayî!
Bêhneke genî ji hundur dihat, lê ne bêhna xwêdan, qilêr û qirêja hefsiyan; ev bêhn, bêhna mejîyên jihevdeketî bû…
Ev bêhn, bêhna hetîketiyê bû…
Ev bêhn, bêhna têkçûyinê bû…

Min çavên xwe gerandin. Serî di ber serî de hemû kesan bi okey dilistin. Ji ?eqe?eqa kevirên okey pê ve, deng ji kesî nedihat.  
Biborin, di telewîzyonê de jî, çend kesan li pê?baziya hespan tema?e dikirin û herwiha hîrtehîrta wan jî di ber re dihat. Te yê sond bixwara ku yên dibezin ne hesp in, ew bi xwe ne…

Hevalê ku ez lê digeriyam, li ser maseya rew?enbîr Umît Firat runi?tibû. Ez jî çûm li kêleka wî rûni?tim û min xwe kerr kir. Camêran ji min re çayek jî xwestin.
Umit Firat berçavka xwe li ser pozê xwe edilandibû û reqînî ji keviran dianî. Îmana keviran teneke dikir… Kêf kêfa wî bû, li ser hev kevirên bi dilê xwe diki?and û di bin simbela de dikeniya. Sê-çar neqla li ser hev, ya vekir ya jî okey di?arî kir… Qû? li hevalên ser masê diqetand.
Ji ni?kê ve telefona wî lê ket…
Camêro rew?enbîr e, ji loma…
Ji qenaleke taybet lê digeriyan. Nivîskar, rew?enbîr û profesorên gibgibe li hev civiyabûn, lê ji ber lîska xwe ya okey brêz Firat derfet nedîbû ku li wir ciyê xwe bigre. Moderator jî, bi telefona xwe ya desta wî ji ser maseya wî ya okey nerehet dikir da ku brêz û rew?enbîr Firat dîtin, nerîn û ramanên xwe yên li ser pêvajoya dawî bi mêvanên sutudyoyê re parvebike.  
Moderator li ser pêvajoya dawî pirs jê dipirsîn.
Destekî wî di nav keviran de bû, bi destê xwe yê din jî telefon girtibû ber guhê xwe.

Nizanim çi jê pirsî rojnameger. Bi heyecan got:
Na, na. Ez qet vê siyasetê napejirînim. Heqê kesî tune ye Kurdan di çavê dinyê de bike terorîst. Kurd ne Kurdên berê ne û herwiha Kurd êdî hesab dipirsin. Hey?tê ?în!

Rojnameger:
Bibore brêz Firat, min fêhm nekir.

Umît Firat:
Min ji hevalan re got. Haa! Min çi digot? Belê, Kurd ne Kurdên bêrê ne û wextê hesabpirsînê hatiye…

Rojnameger:
Gelo PKK dixwaze ev ?er biqede?

Umît Firat:
Na, na. Te dehê sor avêt, nema dibê tu pa? ve vegerînî. Nebû wek we, hûn hîla dikin birê min. Bi telaq bi we re nayê lîstin.

Rojnameger:
Dehê sor! Hîle! Brêz Firat min fêhm nekir. Ji kerema xwe tu dikarî hinekî zelal bikî?

Umît Firat:
Te dehê sor avêt û ev kevir ji min re dibe û herwiha ez pê okey di?arî dikim. Ez qet qebûl nakim tu vî kevirî pa? ve vegerînî.

Rojnameger:
Birêz Firat, bi rastî jî min fêhm nekir. Ji kerema xwe hinekî vekirî bipeyive.

Umît Firat:
Ji kerema xwe tu telefonê bigrî, gaveke din ez ê li te bigerim. Ez niha li ber vekirinê me û ez digerim, li ser tayikekî maye. Kevirek were ez ê di?arî bikim. Ya na ev çay, qahwe û dewên me vexwarine wê gi? du stuyê min de bimîne.

Ji qewla rehmetiyê bavê min;
Weyle min di tewfîqa xwe niyhî!
Em ê Kurdistanê li ser maseyên okeyê rizgar bikin.
Weyy tîîîtttt! Ji qewla Salih Bezoyê Bezfiro?…

About The Author