Kaplan îman li meselê çikand

konferansGelî xendevanên Lotikxanê, ez doh li paytexta Swedê li Stockholma qe?a girtî çûm civîna go ji teref Federasyona Kurdên li Swedê ve hat amadekirin. Her çiqas min bixwe hê ti mane neda bê ka jibo çi Federasyona Kurdên li Swêdê ev civîn organîze kir. Jiber divê Federasyona Kurdên li Swêdê  bi pirsgirêkên Kurdên li Swêdê tev bigere. Lê hezar mixabin Federasyona Kurdên li Swêdê jî wek gelek dezgehên din yê Kurdan, ev jî di çerçewa karê xwe de tev nagere.

 

Pi?tî min ev xeletiya bûyî destnî?an kir, îcar ez dixwazim çend gotinan di derbarê civînê de jî bînim ser zimên. Ez dixwazim pê?î mevanên ku hatibûn ezimandin bi we Lotikxanecîyan bidim naskirin. Na na min henek kir, ma  kî wan qedirbilindan nasnake? 

 Meselen sayin pir qedirbuha serokê partiya KADEPê birêz ?erafettîn  Elçî  û  dîsa sayin qedirbilind serokê HAK-PARê birêz  Bayram Bozyel û me?hur Hasîp Kaplanê wekîlê parlamento yê bajarê ?irnaxê bûn.

 Divê ez di serî de bêjim ku, min civînek di vê qadê de, ji vê civînê bê sewîyetir civîn nedîtine. Serok û nûnerên 3 partiyên legal ên Kurd, wek sê dîkên li kolanan li ber hev çîk bûbûn. Hele  Hasipê me , kab avêtina bi panelîstan re gaza xwe nesitend û berê xwe da guhdarvanan û got: ‘’Hûn Kurdên li diyaspora bi kêrî serê du pîvazan nayên. Binerin, partiya me DTP hat girtin we tu jahr belan nekir, we tu xwe pê?andan nekirin“  filan û fîstan. Yanî tabîr cayiz be, Hasîp efendî xwest bêje ku, hûn rûni?tine û qûnê mezin dikin.

 Ji xwe ez naxwazim serê we bi sayin qedirbilind serokê heta heta birêz ?erafettîn Elçî bê?înim, wedî berê senatorên dayîmî hebûn, ew jî di vê çarçewê de bû serokê dayîmî. Û  ji xwe em tev zanin,  dinya go li hawîrdorê serokan nezîvire, divê ew dinya bê hilwe?andin. Ev jî mesela xalê me ?erefattîn e. Serokê dayim xalê me ?erefettîn, dîsa wek qalibê qeys teng seroktîya xwe di vê civînê de jî da xuyakirin.

Lê divê ez bê heqanetî nekim û heqê zikmezin Hasîp Kaplan jî ji bîr nekim.

Kaplan, ji xalê me ?erafettîn re got: „Kek ?erafettîn abê, we di hilbijartinan de çend ray girtin?“

 Tabî Pilingê xwe negirt, domand û got: „Binerin, ?erafettîn abê ji roja ji diya xwe bûye serokê partîya xwe ye“ û lotikên bêîman avêtin.

 Werhasil, ne serokê KADEPê  ?erafettîn Elçî, ne jî serokê HAK-PARê  Bayram Bozyel, behsa projeyên xweyên di derbarê çareserîya pirsgirêka Kurd de kir. Tenê ?erafettîn Elçî di nav xeberdana xwe de got ku: „wan û Hak-Par ê Federasyon xistine programa xwe“ lê behs nekir bê wê bi kîjan metod yan jî bi  kîjan çalakiyan zorê bidin desthilatdariya Tirkiyê ji bo wan mecbûrî Federasyonê bi Kurdan re bikin.  Yanî serokê dayîmî got ku: “ Em tev wek hev in, ferqa di navbera me de ew e ku, ez serokê dayîmî me. Yê din tev demî ne.

Axir, ger  ez netîcakê ji civînê derxim, ezê bêjim; sayin zikmezin Hasîp Kaplanê ku heqaret li Kurdên dîasporayê kir 2-0 ev maç qezenç kir.

 Haaaaaaa berî ez jibîr bikim!!!!!

Çend kesên din jî xwarina êvarê qezenç kirin…..

About The Author