Em çi dibêjin û tembûra me çi dibêje

Xwendevanên hêja, doxînsistên birêz.

 Ez bawer dikim we nivîsa min ya bi navê „sir û seqema 15 ê Sebatê ´´xwend û hinekî li xwe?iya we jî hat.

Min rexneyek biçûk li van partiyên me yên Kurd kiribû û ji wan xwestibû ku berê xwe bidin gel û me? û mîtingan li hember neyarên xwe li dar bixin, li PKK ê zêde bikin. Lê bi qesema navê xwedê, ti?tê bû berevajîyê vê bû.

dbakir

Doh arqeda?ê min Serokê Gi?tî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Bayram Bozyel, bi ?andeyekê re berê xwe da qonaxa Bulent Arinc cigirê Erdoxan û jêre got:

” Bi telaqê bê fitû em bi vebûna we re ne. Lê divê hûn jî hinekî di bin guzlika (berçavka) xwe re me bibînin sayin Arinc. Ma law em ji Ey?ika Ereb in qarda?im” filan û bêvan. Pi?tre got:”Meselen zimanê Kurdî serbest bikin û bihêlin zarokên me di dibistanan de bi zimanê xwe bixwînin cegerim.

Wekî din jî ji kerema xwe re bes van zarokan bigrin û bavêjin zindanan, ji ber êdî cî di zindanên we de nemaye abê. Ger hûn wek me bikin, bi sê teleqên jin berdanê di nav salekê de emê bibin partiya yekemîn a Kurdan û ev serê?î û dilê?îya we jî wê bi dawî bê” filan û xeftan.

Birêz Bozyel!

 3 melyon û nîv ji Kurdan dengê xwe dan PKK ê û hîn 17 melyon Kurd hene abê. De  herin berê xwe bidin wan qardê?im, yên li pey  PKK ne ji xwe yên me ne wî. 

Ez bawer dikim li bakurê Kurdistanê wextekî PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan) hebû ne? Yaw ka ev ciwamêr li kurin babam? Çi dikin? Kuro lawo xwe berdin nav sofiyên Kurdan û wan bînin ser rêya heq û hiqûqê bavê min, ma we meydan ji sofî û mirîdên Fethulah Gulen û partiya Erdoxan AKP  re hi?tiye cegerim?

Ka partiya ?erefedîn Elçî û  PDK bakur li ku ne? Mane qa?o ba?ûr li bi?ta we bû kaka, ka hûn di kîjan qul û qewêran de ne  biraderên hêja? Ma bi gotin û leqleqê ?ore? dibe? Ma bê bedel serfirazî dibe? Derkevin wî, ji wan kewarên kufikgirtî derkevin û dakevin qada xebatê babam, hella hellaaaa!  Bi qurana ser sînga pêxember, ger hûn ev partiyên din tev bi qasî PKK ê gel bidin dû xwe, bi telaq emê Kurdistana xwe ji Tirkan bistînin û di devê bavê partiyên sîstemê de bimîzin, wey!

De rabin û bêjin “ya allah û ya xwedê” û berê xwe bidin dewleta Mistoyê kor ha, ok!

Birastî ew partîyên ji derveyî PKK çi ?orbê dixwin hîn jî min fahm nekiriye. Law ma dilê tirsonek sînga gewr dibîne ey hawaaarrrrr! Yabo hema kengî go hûn hatin cem hev û hûn bûn yek, yan kengî we bi hevre enîyek netewî çêkir, aha wî çaxî emê bêjin “kilîlîlîlîîîîîî, bi can, bi xwîn, em bi we re ne ey partîno!” û serê govendê bik?înin ellawekîl.

Biraderên hêja, birêz û pir mezin partîyên  bakurî…

Hûn bi sere ?êx Muhsin kin, hûn nehêlin Berazî hiç bibe û daw û dêla we bi serê we dake. Îcar a ba?, rabin kar bikin ji bo zimanê berazên wek min dirêj nebe û xelas…

Ahmedê Berazî

17.02.2010 Almanya

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author