Daxuyanî û balkêşî!

Em wek Lotikxane tucarî dijminatîya dîtin, ol (dîn), ziman û nasnama kesekî nakin û destûrê jî nadin ku kesek di Lotikxanê de dijminatîyê bike.

Helbet emê rexneyan bikin, lê rexneyên dostanî û erênî. Bi taybet jî em rexneyên xwe li Kurdan dikin. Berê em şûjina di çavê xwe de dibînin û piştre derzîya çavê xelkê rexne dikin.

Em bala xwe didinê ku hinek xwendevanên me di beşê şiroveyan de dijminatîya dînê îslamê dikin û hetta haşa zimandirêjîya mezinên îslamê yên wek pêxember û wekî din, dikin. Ev helwest ne helwesta Lotikxanê û ne siyaseta wê ye. Sextekar û kesên ku olê (çi îslam dibe, çi xiristiyanî, çi cihûtî û çi jî dînên din dibin) ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin di nav her milletî de hene û wê hebin. Lê mafê me tune em di kesayetîya wan şexs yan kesan de dijminatîya dîn û olan bikin. Em bawerin her ol û dîn ji bo başîyê hatine damezirandin. Lê ku kes wê ol û wî dînî ji bo berjewendîyên xwe biherimînin û naveroka wê aloz bikin, nayê wê wateyê ku ew ol yan dîn xerab e û em rasrerast dijminatîya wê ol û wî dînî bikin.

Hinek şirovekarên me bi taybet dînê îslamê ji xwe re kirine armanca êrîşan û gotinên ne layiqî Lotikxanê ji îslamê re dibêjin. Em wek Lotikxane vê helwestê rast nabînin û şermezar dikin. Divê em bizanin ku piranîya Kurdan misilman in û heger Kurd bi rêya îslamê tên xapandin jî, ev ne sûcê îslamê lê sûcê me Kurdan e, ji safîtî û dilpakîya xwe em tên xapandin. Em bawerin roja ku Kurd wek millet û qewmîyet xwe nas bikin û li berjewendîyên xwe yên netewî xwedî derkevin, wê ji alî tukesî ve jî neyên xapandin û neyên bikaranîn.

Îcar em tika û rica ji xwendevan û şirovekaran dikin ku di Lotikxanê de, di şiroveyên xwe de dijminatîya tu ol û dînan nekin, gotinên ji edebê dûr bi kar neynin û Lotikxanê di zehmetîyê de nehêlin. Yan na, emê mecbûr bimînin ku beşê şiroveyan bi temametî bigrin û rê nedin şiroveyan.

Herweha tika ji xebatkarên Lotikxanê jî dikim ku rê nedin wan şiroveyên ku me û xwendevanên me bêşînin.

Hêvîdarim hûnê me fahm bikin

Rêz û silav

Pîrkemal

Ezmanê heftan / qata 101. No:2010

About The Author

12 thoughts on “Daxuyanî û balkêşî!

  1. Bijî Pîrkemal û Lotikxane!
    Me qey got di vir da ji azadiya romanan kurd hey e! Naaaaa
    Her malpêrên kurdan di Înternete de polîtîka tirko û erebo hey e! Dixwazin mejiyê kurdo bi?on!
    Di bila ya we be!!! Hun serketin lê em têk çun! Mi qatî xwe bim ji ber poliîka tirko û erebo!
    Hun sax!

  2. Çima ereb bi zimanê kurdî Quranê naxwînin?
    Çima ereb bi zimanê kurdî li mêj nakin?
    Çima ev ti?tan kurd zimanê xwe ji dev berdanê û li erebî dikin? Hêêêêê?
    Çima tenê zimanê erebî ji Xweda ye? Lê zimanê kurdî ji ?eytan e? Hêêêê?

  3. Çima hûn dixwezin ramanên min qedexebikin û devê min jî bidirûn? Ez bimirim! Hêêêê?

  4. Hûn li kî dirtirsin? He?
    Misilmanên tirk û ereba 5 brayên min li Kurdistanê ku?tin!!!

  5. ji kerema xwe ji min ra binivisin, ka ez chawa dikarim ji we ra gotarén bishinim. Yé min /gotaré min li qulka /pencera tékilí yé ra derbas nabe, nizanim, ew qulik gelekí tenge, yan yé min pirrrr mezine ú té ra narrrre.

  6. Na Na Naaaa dîsa jî Naaaa! Em kurd ne bi safîtî û dilpakîya xwe em tên xapandin!!!!Na! Ne ev e!! Em bê perwerdane û bê zaniyarî û bê zanistî ne, bê agahdarîne! Em dîroka xwe yî resen nizanin!!! OOOO ev sedeme ku dijmin me dixapînin!!!

  7. Ere piralî gelê me kurd misilimanin! Lê min re bibêjin eva îsal têra 1210 salin çawe kurd bi xwîn, zorê û mecbûrî bûne misilman, bapîrên me ku?tin! Ka gelê kurd çi pakî dît! Hi???Xeynî xerebiyê tu ti?t ne dît!! Û qet Kurdistan jî nedît û çiqas mixabîn yê dîsa jî nebînin!!!
    De keremkin gelê kurd de bersivê bidin min! Hun min bikûjin wek tirkê û erebê misilman 5 brayên min li Kurdistanê ku?tin!!!

  8. Birêz Wezîr Assanî

    Ez bawerim me ji hev fahm nekiriye. Dijminatîya îslamê ti?tek e û dijminatîya Tirk, Ereb û Farisên misilman ti?tekî din e. Em bi xwe jî pirê caran misilmantîya Tirk, Ereb û Eceman rexne dikin û dijminatîya wan ya li hember Kurdan ?ermezar dikin, qûna wan bi ?î?ek sor dax didin. Lê em wî mafî di xwe de nabînin ku dînê îslamê û sextekarên ku îslamê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin bikin weke hev. Ma Kurdên ku îslamê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin tunene? Bi çewalan hene.

    Em zanin ku Tirk, Ereb û Eceman bi navê îslamê em Kurdên xwelîliser ji bo berjewendîyên xwe xapandine, kujtine û didin kujtin. Belasebeb nabêjin „ker hebin kurtanker pir in“ brayê ezîz. Çima Kurd ne misilmanên millet û qewmîyeta xwe ne, lê didin dû Tirk, Ereb û Farisên dijmin? Gava em dibêjin ev ji dilpakî û safîtîya me tê, mana xwe ew e ku ji ehmeqî û xe?îmî, ji xwelîliserîya me tê. Heger em Kurd kevnemejî û dûvikên xelkê bin, çima wê xelk kurtanê xwe li me nekin û li me siwar neyên?

    Brayê Wezîr
    Em ramanên te asteng nakin û devê te jî nadirûn qurban. Heta sibehê ramanên xwe binivîse. Lê bizane ku Lotikxane jî xwedîyê rêbaz û siyasetekê ye, siyaseta Kurdperwerî û Kurdistanî ye. Heger piranîya Kurdan misilman bin (qenc yan xerab) û em jî parçeyek ji wî milletî bin, em nikarin dijminatîya bîr û bawerîya milyonan Kurd bikin. Ha, emê rexne bikin, emê xeletîyan bêjin, lê divê em sînorekî têxin navbera dijminatî û rexneyan. Herweha heman helwest ji bo ola mesîhî, êzîdî, cihûtî û filan û bêvan jî derbas dibe. Azadîya ramanan ne dijûn, xeber û êrî? e. Azadîya ramanan ne rasrerast dijminatîya bîr û bawerîyekê ye. Bi qasî ku Lotikxane Tirk, Ereb û Eceman û misilmantîya wan rexne dike, kesek nake. Lê me tucarî êrî?î ola îslamê û mezinên wê nekiriye, nakin.

    Polîtîka me ne polîtîka Tirko û Ereba ye cîgerim. ?ar dûr e lê mi?ar ne dûr e. Tirk û Erebên misilman ne tenê 5 brayên te kujtine, bi milyonan Kurd kujtine. Bela rehma xwedê li wan be û xwedê ahê wan ji Tirk, Ereb û Farisên qûnre? re nehêle. Lê ji bo ku wan dolheraman 5 brayên me kujtine, em nikarin bi milyonan Kurdên misilman jî bikin dijminên xwe. Divê em hinekî berfireh û dûdirêj bifikirin. Wan Tirk û Ereban brayên min jî kujtine, welatek mîna Kurdistanê dagîr û parçe kirine. Lê em nikarin ji bo xwîna 5 brayên xwe înkara bi milyonan Kurdên misilman û bîr û bawerîya wan bikin. Helbet emê li dijî Tirk, Ereb û Ecemên misilman ên sextekar tê biko?in, ?er bikin. Lê berjewendîya milletê Kurd û netewî ji bo me di ser her ti?tî re ye.

    Di dawîya bersiva xwe de dubare dixwazim bêjim ku em ramanên kesekî asteng nakin û devê kesekî jî nadirûn. Lotikxane azadîxwaz e. Lê helbet sînorê azadîyê jî heye.

    Rêz û silavên brayetî
    Pîrkemal

  9. Brayê ezîz Wezîr Assanî,
    Ji bo pênc brayên te u me bila serê te u me u yê Kurdistan-ê sax be! Tu jî bash dizanî, tirk, ereb u ecemên dolheram qasî ava Dîcle u Firatê xwîna milletê kurd rijandine. Divê em van bêbaviyên wan qewadan tu carî ji bîr nekin u heta ji me têt yan jî bêt, heyfa hezaran bi salan hilînin. Lê ji bo hêsabekî weha mezin u dîrokî mirov bixwaze yan jî nexwaze pêwîstî bi demeke dur u dirêj heye. Nefreta me ya bi hezar salan bila her di dilê me da zindî bimîne u hêzê bide me, da ku em wê demê ber bi xwe va bikishînin u lêdana kushtinê ya dawiyê li hustiyên wan dêqehpika bixînin u xelas.

    Ezîzo, kek Pîr Kemal rewsha me kurdan ya îro bi shiklekî realîst shîrove kiriye. Ez nizanim, lê divê em nekevin dafika dijminan u xelkê xwe negirin hemberî xwe, bi hev ra sher nekin u xwîna hevdu nerijînin. Kar u sebra pîroz ya ji bo „pireya siratê“ bila her daîm bibe roniya pêsheroja me.

    Bi hêviya ku em ê wan rojan jî bi chavên xwe bibînin u îmana tirk, ereb u ecemên bê namus bikin sifir qirush, wan bi tevayî ji jiyanê qut bikin.

    Lewra ezîzo, hay ji xwe hebe, divê tu jî li ber gulleyên wan nebî qurbana wan segbavan.

    Tîrê Qersê

  10. Zortirin kurd hinek arabini.arab buna kurdan ,kasi bisilmantiye xwunè.bo kurdek arab bun, cha§tiyè.kurden bisilman pewiste zlm u zordari,talan u kurd qu§tina arabè ,jakav birva nekit.vekhevi nebit brati tir u fisè .tir u fisè qun re§en araba bo qun spiye kurdanra ne xevciyè.cavu§ u onba§iya lotikxana bratiya araba ,dijbertiya wezire assani dikè.braye minè qezeb re§ u spi wezire assani,karda§im tu ji qèm viyagra bi dalkini.tirk u faris kima te naki dosto?hay qerè bavè te bi Quti ……..anlami§ kiri?

  11. Zor sipas Pirkemal, ji bo wê nivsandine te.
    Bes wa xuyaya ku hê hineka naxwazin wê nîvsadinê fembikin.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.