Bijî kerxaneyên demokratîk!

Law kî dibê Kasimpa?alî Receb û hikûmeta wî azadî û demokrasîyê naxwaze? Kî dibê AKP gavên demokratîk navêje û reforman nake? Hema bi 101 telaqên jinberdanê, heçê wîjdanê xwe xira bike wê yekser berê xwe bide cehnemê lo, wey!

De ji xwe re li lotikên demokratîk û insanetîya hikûmeta Erdogan binerin û aha ji we re demokrasî û mafê mirovan:

“PROJEYA KERXANEYÊN DEMOKRATÎK!”

kerxane

Li ser bextê kerxaneyên demokratîk û qehpikên demokrasîxwaz be, dibêjin hikûmeta cîgerim Kasimpa?alî Receb, pi?tî “Rêdana Demokratîk”, îcar jî dest bi “Rêdana Kerxaneyên Demokratîk” dike û projeya kerxanê dixe jiyanê.

Dibêjin heyetek taybet ku pispor û zanyarên kerxane, xistin û derxistinê ne, wê serdana 56 kerxaneyên li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bike û guh bide pirsgirêkên kerxanecî û zinêkarên welatparêz (ma law ji qehpikên kerxanan welatparêztir kes hene? Xizmeta ku ew ji gel û millet re dikin kes nake dînime îmanime). 

kerxane2

Axir, dibêjin wê heyeta kerxanecî ji kerxaneya Enqerê (kerxana paytextê lo) “Bentderesî” dest bi lotikan bike û yeko yeko li kerxanan bigere, çareserîyekê ji pirsgirêkên kerxanecîyên Tirkiyê re bibîne.

Li gora ku sîxurên Lotikxanê ketine ar?îvên kerxaneyên dewletê, dibêjin li Tirkiyê nêzîkî 100 hezar xwefiro?ên fermî û ne fermî hene û ha ha bi ?ev û roj xizmetê ji gel û millet re dikin. Yaw ev kerxanecî çi welat û milletperwer in hayhoooooo, kuro bi namûs heq e meriv xelata Nobelê bide wan. Wî!

kerxane3

Werhasilî kelam, demokrasîya Tirkiyê roj bi roj bi pê? dikeve. Va pirsgirêkên qehpik û kerxanecîyan jî tên çareserkirin qarda?im, ma hîna hûn doza çi li hikûmeta AKP û Kasimpa?alî Receb dikin yaw?

Ma çi?

Ma “Projeya Qûnekxaneyên Demokratîk!”

 Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, xalê me Kasimpa?alî Receb daye dû qûna demokrasîyê û dev jê bernade. Yan wê Tirkiyê bike welatekî demokratîk û yan jî wê ti?tekî din li ser ke û hûn sax….

Enqere

About The Author