Komela Roj, roja Kurdên Surî tarî kir

 Yabo  me got tu xêr di qûna van partiyên Kurdên Sûrî  tuneye, hinek dibêjin hûn bebextiyan li wan dikin. De ka werin li kesên pê?engên vî be?î binerin û destên xwe deynin ser ojdanê xwe û bêjin ka em rast dibêjin yan na.

Berî çend rojan ajanekî Lotikxanê çû bajarê Veckta/Almanya ji bo lêkolînekê li ser Kurdên Sûrî çêke. Hûn zanin em rastî çi hatin biraderên hêja?

roni hemin

Hunermendê me yê deng keçik, wek gurê devbixwîn êrî?î feqîrê Hêmen Kudaxî kiriye, ew avêtiye bin lingê xwe, berçavka rebenê Hêmen di bin lingê xwe de perçiqandiye, hev bernedane heya polîs û Kurdên wan derdoran tev li wan civiyane û bi darê zorê ji hev vekirine.

Wele we huner û helbest kir tir biraderên hêja!  Ger hûn bi hev kevin, ma law em feqîrên nexwendî emê çi bikin ha? Bi ?e? telaqan we mesele kir tirrrrrrrrrr!

Dibêjin Feqîrê Hêmen helbestvan e û mê? ji ber nafirin. Lê bi sê telaqên jin berdanê, li gora lêkolîna me ?er ?erê Partîya Yekîtî û Yekîtîya Kurdistanî ye. Ronî û Hêmen bûne qurbana perçebûna vê partiyê. De li ser xêrê be yabo, we vê carê pozê hev ?ikenand, cara bê jî kêr û demançan li hev bik?înin….

Wekî din jî li ser bextiê gotiyan be, dibêjin hinekan rebenê Ronî li dijî Hêmen sor kiriye heya bûye mîna îsota Ûrfayê û bi ser û çavên Hêmen de teqiyaye.

Kuro lawo qa?o hûn hunermend in, rew?enbîr in, we çi ji Fûad Elîko û Abdulbasit ê birayê min e? Hi?ê xwe topî serhev bikin û bi taybetî bera biraderê min ê hêja Ronîcan li vê ?îreta min guhdar bike û neyê lîstika tu kesî. Kuro Ronî, kesî xêr ji van partiyan nedîtiye heya tu bibîne keko!

De here lo, bi quran heya saleke din jî tu ji mehkeman xelas nabe û ev polîsên Alman wê te reben û riswa bikin.  Îca zu here ba Hêmen,  lêborîna xwe jê bixwaze û pê re li hev were û hew. Guh mede kesî û hema kî çi dibêje bera bêje û hew…

Weleh û bileh û tileh, tu xêr di qula van partiyan de tune birayê min tune, welah ûl azîm tu xêr di wan de tune….

Ahmedê Berazî

Almanya

About The Author

11 thoughts on “Komela Roj, roja Kurdên Surî tarî kir

  1. her bijiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiii Ahmedê berazî her bijiiiiiii bi xwedê tu rast dibêjî ka van partiyan ji bilî percebûnê ji kurdên surî re anîne.

    ica ronî û hêmen bera bi ya Ahmed bikin û li hev werin ji ber wer xweya dike zimanê ahmed ji bilî rastiyan tishtekî din nizane. hûn hetikîn û cû lê hûn zû vegerin jî nîvê xisarêye birakno.

    Resoyê Binxetî

  2. be xwede ev roni can tri je keme u denge wi ne xweshe wek pesika ku te pel duve wi bike ma ku insan ba sher dedkir welah ez wi camre din nas nakim ev hunrmendin qasho terrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr

  3. Hevalno Gelo ev Gûzlika di Sûrtde a Shekstîye yan ev Yeke Nûye ??????

    Roni îja Gerk tu Her Dawet ne bes Pera bide Drbekchî jî bide,divê tu perê Gûzlika vî rebenîjî bide

  4. wey li minê ku her yek bibe serok guzlika yeki bishkîne e mersela kurd li binxetê safî kir.mala xwedê ava ku roni serokêkomelêye û ne seokê partiya yewê docka li xelkê birshanda, de siheta te nexwesh roni efendiwek ahmed dibêje te huner kir tirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr.

  5. welle xebera hevalê halimo ye ev Ronî Can daweta xeradiki îca buye serokê komela Roj tushtê ez zanim gelek dawet xerakirni u cilo hun wî dikin serokê komela? em bên ser Hêmen ew jî ji Ronî Can ne xerabtir ba nedibu hevalê wî u xwedê ji fesadê Lohne re nehêli u hun sax…

  6. lau roni ma te ce musik u dawet kerene terrrrrrrrrrrrr ija teo tu beali siasete hatiie u tu teo le xelke dexe bes hek ne leser teye le ser wan keren mezenen eegot te kerene serok we komela feqir

  7. brano em kurd ji bê bexti û derewa hezdikin û em dixwazin tim hunermend û kesên xwya dinav xwede bi bêbextiyan wan kêm bikin
    nekoki di civaka her mileti de heye lê ê heri bêbext kurdin
    kurd wek hatiye nas kirn mina kewê gozelin tim dixaze hevêlê xwe texe xeffikê de kurd eilletin ne milet
    Ronican bû serokê komala Roj dengê li konfrasa komelê ji mala ca we ne anibû ji ber huermendekî ser buxwe û welat parêz bû kurdê wê deverê baweriyaxwe bi wi anin û deng dan Ronican û serokatiya komelê ronican jê mestire komele cande hunere shano ye muzike dilane strane filiklore û ronican ev tisht hemi li cem wi peyda dibin û tishtê em gihanê ku hemen û cendekî di cavê wan bar nebû xwestin karêRonican û hevalê wi berbat bikin ronican nema tehmûl kir û di ser cavê hemen qerdaxi de lê xist ji mecbûri bû û hemen nuca di riya ecind hevalê xwe re mina ehmedê xwedê jê ne razi berazi û cendê xwe firoshê mina wi gihandin malpera ji bo ewji wek ronican binav bivin wek mersela gurî cû bi curnê gud de rîî
    em ji huermendê deng xwesh ronican dixawzin bera kar û xebata xwe bedewam bike karê komelê koma roj ya filikori dilan û shano xortbuna civaka kurdi raroka hinî stan û zimanê kurdi dikin ronican û hevalê xwe yê komela roj û guh nedin kûcikan
    karwan dimeshe û kûcik direyin
    heger hunermend dengê wi xweh û zelalbe wek ronican hûnê bêjin cima dengê wi zirave bese fedibikin hun qurbana ronican û xebata wibin ronican liser serhildanê li ser shehidan li ser êsh û kovanêne milet û evindaran strana dibêje distirê
    li ser shehid shêk meshûq stran gotiye û em ji hunera wi hezdikin heger kêfa we jêre nayji gerek hun huermendê kurda neshkinin zik reshnû ê wek we nahêlin ku kurd ji hev hez bikin û tev heviya dikin bese ji were xwe bi guherin

  8. helimo lawikê min ma tu cima zik reshe lawikê min ma qey ca te tu shîret li te nekirbûn ji ber ez i tere valabum lawikê mihn here tu tiski nizane ser ronican û xebata wi ji hunerê re hwqa sal ronican dengbêjê evindara ye ma cima dengê wi xweshe û cate ji dengê wi hezdike ma ija emê jê acibin cate lawikê û keckê malbata me hemû di dengê ronican hezdiki dibê merov xwar rûnê rast bishtexile

  9. biji kurdistan biji ronica hunermende bi rumet u xiret biji komela roj komela roj karê xwe di newroza buride 2010 e kareki ber cav cehe rezêgirtinê buronican û hevalên xwe yên komelê zaroke wê civak hinî strana ey reqib kirn û hini ziman sitane kurdi dilan shano û civak biwê komala gi ronican serokê wê ye xort tirbû û ci dawata ku em ronican li wê nebinin ew dawet yan shahi ne xweshe bera ehmed berazi qul tazi û helimo ji xwere ha derewa bikin benê derewa tim kine
    ronican huermendekî kurdistanye û dori siyseta weyi qirêji û gemariye
    û wê her serkeftibe
    biji ronican û komela roj

  10. ana hun ci heviye ji malpera lotikxanê dikin ??

    gelo we ev pirs ji xwe keriye beri hun nerinen xwe bipelciqinen

    ana hun nabejen mersele ciya ?

    Ahmedê Berazzz ji lotikek avet , u mala xwe li mirate gerand

    LA MA CER BU XWARZE MA HUN NE PEYANE 😉

    Biji Mamoste Ronican u Serekaniye !!!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.