Daxuyanî bûne adet law!

Ahmedê Berazî

Bi serê Sofî Xelef û bapîrê min yê bejinzirav Berazî, heya doh min nizanîbû ku Zinar Ala jî hunermend e. Heya niha min got belkî ha nîv nivîskarek e. Lê yabo derket holê ku tirtirakî hunermenda ye bavo.  Bi telaq ji daxuyaniya wî xweya dike ku dev li hunermendan diçirîne. Ma ne ew bû yê ku li Helebê mîna burkanê bi ser û çavên Behsiyan de teqiya. Welle helal olsin abê!

Neyse, me qala daxuyaniyan kiribû.

Min daxuyaniya kak Zinar Ala xwend. Nîvê daxuyaniyê gava ku qala burkan û teqîn û filan û fistiqan dikir, min fam kir. Lê ya ku min qet fam nekir Zinar abê  hevalekî te telefûnî te kir û got: “Kak Zinar, ger tu bi a min bikî neçe Newroza bajarê Bonn ê” û te jî got: “Bi telaq ez naçim”.

zinaro

Îca daxuyanî ji bo çi babam? Ê teyê bê fedî jê re bigota “bi telaq ezê herim û mineta te û yên li pey te li diyarê ha”,  ma hewceyî daxuyanî û filan û fistiqan bû cegerim!

Berya demekê hunermend Zubêr Salih jî ji bo Roj tv daxuyaniyek tirtire dabû û tê de gotibû: “Ma me li talanê dewleta Belcîka xistibû, yan me derpiyê jinên wan ji wan kiribûn, yan jî me di tasa wan de mîstibû ku ev felek û dewrana ha bi serê telfizyona me de anîn” û gotinên mayî jî ji xwe Sofî Xelef dizane jê bipirsin.

Ê kekê Zubêr, ma me îro di tasa wan de mîstiye keko!

Ma tu nizani ku kîna wan tev ji ber “me pere di qasa sosyalên wan de nehi?tine û bi ser de jî em dibêjin welatê wan nexwe? e û em di destê arîkariya wan de bimîzin!”

Wan jî sêravikên van gotinên me di çavên Roj tv û kak Remzî û sayin Zûbêr re derxistin. Pardon, min biraderê xwe Abdulselam Mustafa berpirsyarê PYD yê Eurûpa ji bîr kir, ê de ji bo xwedê  ka vî feqîrê Abdulselam çi kiribû?

Neyse, hima kî bixwaze ti?tekî bêje yan jî hinekan rexne bike, malperên me zehf in. ?ikir û kî çi bi?îne diwe?înin. Bi quran li rastnivîsan jî nanerin û hima wek tu bi?îni diwe?înin kuro. Îca roj roja we ye hunermedên hêja, daxuyaniyên xwe bi?înin malperan berî ev derfet jî destên we herin.

Hunermendên hêja, ji kerema xwe re li ser dora tenûrê bisekinin û bera bîna we fereh be babam. Bi telaq emê daxuyaniyên we tevan biwe?înin, lê malpera ku daxuyaniyên we newe?andin ji kerema xwe re ji Lotikxanê re bêjin. Bi sê telaqên bê fitû emê dawa wan  bi ser wan dakin û wan rezîl û riswa bikin.

Ez jî bi destebirakê xwe Sofî Xelef re dikevim birçîbunê heya ku xwestekên Sofî bi cî neyên û xelas…

ahmedeberazi@yahoo.de

Almaniya

About The Author