Em girêdayî Kurdistana mezin in

Di dema îro de Kurd zêde behsa Kurdistana mezin nakin mixabin. Tenê lotikxanecî behs û doza Kurdistana mezin û hetta doza Împaratorîya Medya dikin û hew. Wekî din Kurd di nav lotikên otonomî, federasyon, muxtarîyet û xweînkarkirinê de gêjo mêjo bûne û bi ê?a mirî?k û berazan ketine.

Di vê derbarê de li bajarê Zaxoka rengîn, alîgir û netewperestên lotikxanecî pir in. Lotikxanê li vir hîmên saxlem avêtine û sîxurên me yên Kurdperest ji KDP, YNK û lîsteya Goranekan zêdetir dixebitin ellawekîl.

ala zaxo

Werhasil, sîxur û canfedayên partîya Lotikxanê, bi alîkarîya beledîya Zaxo, hinek ?îrket û girgirekên Zaxoyê, alayek mezin çêkirin û ew ala li ser nex?eya Kurdistana mezin çikandin. Ev helwest wek rêz û pêgirêdana “Kurdistana mezin” hat ?irovekirin û dilê me rehet kir.

Al di firehîya 600 metroçaralî de ye û têra xwe mezin e. Lênerîn û dîtina wê bi heybet e û bi taybet tirsê dixe dilê qûnre?ên dijminên Kurdan. Ev proja qirase ji alî Mihendiz Abdulstar Re?ît û Hogir Mihemed ve hatiye amadekirin û lotikek Kurdewarî ye.

Di derbarê vê lotika Kurdewarî de  Berpirsê Buroya Ala Kurdî yê Zaxoyê Yûsiv Hesen, bi serbilindî dibêje:”Îro em bi serbilindî dibêjin ku bi sedema rêz û pêgirêdana Kurdistana mezin, me ala Kurdî li ser nex?eya Kurdistana mezin neqi?and” filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim gelî lotikvan û Kurdperestan.

Divê Kurdistana mezin û yekgirtî di serê her Kurdê bi namûs de bijî û bê jiyandin û hûn sax..

Bijî Kurdistana mezin!

Zaxo

About The Author