P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

GARIS


Bavê Jîndar

GARIS

PANÎCÛM  MÎLACEÛM

Garis hê?înhatek ji malbata dexlan (geniman ) e. Kêm zêde 300 cûre û awayên wê yên bejî û avî hene. Reh û rî?îyên wê xwe berdidin kûratîya axê  û li hember zuwahî û bê avîyê zehf qahîm e. Bejna wê bi tîrane li ser gîyayek qamî?î  50-100 cm bilind dibe. Belgên wê keskêtarî û dirêj in. Di nîvê gîyayê wê yê qamî?î de û?îyek çêdibe. Di wê û?îyê de 800 – 3.000 libikên spî , zer û biriqokên wek xîzê (qum) hûr hene. Aha ji wî xîzê hûr re ”garis”  an jî garisê mirî?k û çûkan tê gotin. Bi gelenperî garis li welatên wek Afrîqa jibo xwarina mirovan, li welatên din jibo qûtê mirî?k û balindeyên kedî tê çandin û gîyayê wê jî dibe alifê  heywanan.Herweha ji garis Spîrto jî tê çêkirin.

Welat û dîrok: Welatê garis Kurdistan û Mezopotamya ye. Li gor destkevtîyên lêkolîn û lêgerînan; ji alîyê medenîyetên Asûr, Babîl, Med û milletên wan deveran dijîn ve çandinîya wê hatîye kirin. Ji 3000 salan zêdetir e li Almanya û Polonya jî çandinîya wê tê kirin. Welatê herî zêde lê tê çandin welatên Afrîqa, Pakîstan, Çîn û Rûsya ye. Li Kurdistana bakur bajarên ku herî zêde lê tên çandin Ruha, Amed, Kexta Sêrt, Bedlîs, Wan, û Hekarî ne. Li Hekarî û Wan ê bi ?îr û dew nanek jê tê çêkirin û ji wî nanî re nanê “Kore “ tê gotin .

Berhevkirin: Garis biharan tê çandin, dema wek genim û ceh zer dibe tê berhevkirin, gêre kirin û hilanîn.

Têdahî: Lîf, Ni?aste, Fosfor, Hesin,  Magnezyûm, Tîyamîn, Nîyesîn, Çînko ,Paxir, Maganez, Karotenoît, Lûtêîn, Zeaxanthîn, Gilîkozîta domîn.

Kêrhatî: 1- Betilîna hi? ji holê radike. 2- Jîyan û rehan bihêz dike. 3- Jibo jinên dugîyan ( ducan-hemil-bi zaro) pir bi fayde ye. 4- Jibo nexwe?îyên qefesa sing û agirê bilind zêde bi kêrhatî ye. 5-Îshalê dibire û destava zirav zêde dike. 6- Bandora wê ya alerjî rakirinê heye. 7- Jibo nexwe?îya dil û ?ekir bi fayde ye. 8- Gellek vîtamînan di hundirê xwe de dihewîne û antîoksîdanek ba? e. 9- Aramker û ê?bir e.

Di derbarê garis de Îbn’î Sîna dibêje: “ Sê cûreyên wê hene. Yek wek birinc e lê birinc ji wê xwedîkertir e. Bandora garis ya qebizkirinê ji ya birincê zêdetir e. Di wê de hêza  bêyîk û bisojeya zuhakirinê heye. Garis aramker û ê?bir e. Heke bi kesê wê dixwe re herikandina îdrarê tunebe, wê pê jehrî bibe. Hinek hêza wê ya xwedîker heye. Heke bi ?îr û ava kepekê nanê wê bê çêkirin, wê hêza wê ya xwedîker zêdetir be. Heke bi rûnê behîvan bê xwarin, wê gellek xwedîkertir be. Îdrarê diqulipîne, jibo mexdê hinekî giran e û nan jê tê çêkirin”.

Zulfîye Erdem û Muhfîye Akin dibêjin: “Nirxê bizrê wê yê xwedîker bilind e.  Westîyana zêhn radike.  Hezmê hêsan dike, teybetîya wê ya tedawîkirina arê?eyên a?ikê û rûvikan heye”.

Ev nivîs 551 carî hatiye xwendin


Şirove bike