PIRASE

 ALLIÛM  AMPELOPRASUM

Pirase ji malbata befrîn (zanbax) an tê hesibandin. Bi gelemperî ji bo zivistanan wek dikakan tê çandin. Pirase  wek pîvazan e, navtek û rehên wê di axê de, belgên wê jî li ser axê ne. Bejna wê 60- 80 cm  e. Belgên wê keskê tarî û fireh in. Wek pîvazê nêrikek jê derdikeve, di serê nêrikê de kûlîlkên spî û mor vedike, di nava wê kulîlkê de bizrê ( tov ) wê heye.

Welat û dîrok : Welatê pirasê  çiyayên Zagros e. Sûmerîyan bi xwe re anîne deştê. 2100 sal berî zayînê ( mîladê)  di bajarê Ûr de, di nav baxçeyan de hatiye çandin. Misrî ji wan hîn bûne û dest bi çandinîya wê kirine. Misrîyan karkerên pîramîdçêkirinê bi pirasê xwedî dikirin. Romayîyan ji Misrîyan girtine . Heta tê gotin “ Fîrewûnan ew ji bo qiralê Romayê Nero wek diyarî şandine. Wî jî ew li derên hukimkirî de, xasma li derdorên Behra Spî daye çandin. Germanîyên kevin pirase wek gîyayek pîroz dihebandin. Mixabin pirase jî wek gelek pincar û dikakên din îro ji alîyê xwecihên welatê jêderketî  ve kêm tê çandin û herweha kêm tê xebitandin.

Berhevkirin : Pirase jî wek pîvazê, dema digehe tê berhevkirin. Ji be

r ku dikakek zivistanî ye, hewceyî rakirinê nîne. Lê kesên dixazin dikarin hûr bikin  û kelekê bidinê û di nav tûrikên pîlastîk de di cemedxanan de biparêzin.

Têdahî : Potansiyûm, Kalsiyûm, Silisyûm,  Manganêz, Alîcîn, Mazyûm, Kûkûrt, Hesin, Enzîm,  Cureyên allîyûm, vîtamîn  B, C, K.

Bikêrhatin : 1- Bedenê bihêz dike û xwînê çêdike. 2- Bêxewîyê ji holê radike. 3- Ji bo xebitîna rista (sîstem) givirandinê (mehandin- hezim ) pir baş e. 4- Reh  û jîyan bihêz dike. 5- Rûvîk û aşikê dixebitîne û  bihêz dike. 6- Ji bo avêtina kevir û xîzên nava gurçikan dibe arîkar. 7-  Beden û xwînê pakij dike. 8- Ji bo astim, kuxik, bawîbûn, bîrov (egzama), hişkbûnên reh û jîyan zêde baş e. 9- Destavê zêde dike, rûvîkan nerm dike û qebizê hiltîne.10- Şîrê dayikan zêde dike û li hember bawesîrê bi fayde ye. 11- Li hember penceşêrê parêzerek baş e.

Gotinên Pisporan di derbarê pirasê ê  de

Prof. Dr. Semra Kahraman dibêje: “ Pirase ji bo xwarin, şorbe û seletan tê xebitandin. Heke bizrê wê bi domdarî bê xwarin, wê ji bo kewîna bawesîrê bibe alîkar. Heke navtenga wê ya spî bê givaştin û li ser çerm bê pansûmankirin, wê çerm xweşik bike û bibiriqe . Heke bi şîr ve bê tevlihevkirin û li ser rû bê xistin, wê pirzik û lekeyan  biedilîne (baş bike – bikewîne )”

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlu dibêje:“ Kesên arîşeyên  qebizbûnê hebin, heke di hefteyê de çar car xwarina pirasê ya bi dohnê zeytê çêkirî bixwin, wê qebizbûn ji holê rabe. Heke pirase bê kelandin û bi ava wê laş bê şûştin, wê beden ji xurê pakij bibe.”

Zulfîye Erdem û  Muhfîye Akin dibêjin: “ Heke ava wê li cihên mozpêvedayî bê danîn, wê perçivîn û êşên wê ji holê rake. Heke şirûba wê bê vexwarin,  wê sîngê nerm bike û kuxikê bibire.”

Bikaranîn :  Şirûba pirasê 2- Melhema pirasê 3- Banyoya pirasê 4- Xwarinên pirasê.

1-      Şirûba pirasê jibo kuxikê :  Hinek navtenga pirasê ya spî bikin nav şîr, bila germ bibe û vexwin

2-      Melhema pirasê jibo pirzik û xweşikbûnê : Hinek navtenga pirasê ya spî bigivêşin, hinek hingiv bikin nav û li rûyê xwe xin. Bila 20 deqîqan bimîne û bi gulavê pakij bikin. An jî hinek  şîr bikin nav ava pirasê û li rûyê xwe xin. 

3-      Banyoya pirasê li hember xurê : Pirasê bikelînin û ava wê bikin nav kuweta bi  ava germ û têde 20 deqîqan razin. Paşê bêyî ku avê bi laşê xwe dakin, deh deqîqan bimînin û paşê avê li laşê xwe kin.

4-      Xwarinên Pirasê : Ji pirasê  şorbe, xwarinên bi gêzer û kerewîz û şêlim, bi goşt û bê goşt, borek, dolmik  tên çêkirin. Lê xwarinên pirasê yên bi dohnê zeytê tên çêkirin tamîntir in û bikêrhatîtir in.

About The Author