P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

KUNCÎ


Bavê Jîndar

SESAME ORIENTALE

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, ?iklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.  Rengê kulîlkan spî yan jî  peyazî ne, yên binev?î jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî re? in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin.

Rengê wan spî, esmer, zer in û ji % 50 yê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kuncîyan  yên çandinî û bejî (kûvî) hene.  Lê sê cûreyên wan yên bi navûdeng ku çandinîya wan tê kirin û zêde tên xebitandin ev in 1- Kuncîyên Afrîqanî. 2- Kuncîyên Hindistanî. 3- Kuncîyên Rojhilatî. Navê wê bi Almanî “sesam“ û bi Tirkî jî “susam” e.

Welat û dîrok: Li ser welatê kuncîyê dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin Rojhilatê Afrîqa ye, hinek dibêjin Hindistan e û  hinek jî dibêjin  Mezopotamya ye. Dîroka wê jî ba? nayê zanîn; lê ti?tê pispor li ser hemfikir in, riweka heri qedîm ya ku rûn jê tê derxistin ew e, wek derman tê hesibandin û  4000 sal in ku wek baharat bazirganiya wê tê kirin. Di bermayên (?ûnwar) ekolojîk ên gelîyên Harpa û Îndus de, kunciyên qelandî yên 2500 sal berî zayînê hatine dîtin. Medenîyetên Mezopotamya, yên wek Sûmer, Babîl, Asûr, Med, Kardûx û hwd. çandiniya wê dikirin. Her weha Misriyan, Romayiyan jî, ew bi kar dianîn. Kuncî di nav gelek medenîyetên kevin de wek  giyayek sêhrê û pîroz tê hesibandin. Hîndûyî li serê duayan dikin, Misrî û Hindistaniyan wê ji bo sêhr xerabîkirinê bi kar dianîn . Romayîyan kuncî û hingiv tevlihev dikirin û didan ?ervanên xwe, da ku pê qewet bigirin. Mezopotamiyan ji bo jinên hamîle bi qewet bibin û kuran bînin, tehîn û helawa kunciyan didan wan. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Çîn û Sûdan e. Li bakurê Kurdistanê, bajarê ku herî zêde lê tê çandin Ruha, Entab û  hwd. Lê helawa herî navdar ya Sêrtê û Entabê ye.

Berhevkirin: Dema kuncî digehin, vek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hi?tin da ku ba? bigehin û qapsûlên wan hi?k bibin. Pa?ê tên dawe?andin. Kuncî dûv re tên hi?kkirin û li gor hewcedarîyê tên qelandin. Yên din jî di?înin a?an û fabrîqeyan, da ku rûn û tehîn jê bên çêkirin.

Têdahî: Heft cûreyên ê?biran tê hene. Rûnên sabit, Asîda oleîk, Înoletîk, Palamîtîk,Giliserîtên asîtên mikrîntîk, Asîtên folîk, Proteîn, Kalsîyûm, Magnêzyûm,  Magnez, Paxir, Fosfor, Omega 9,  vîtamîn A, B1, B3, E, H û hwd.

Bikêrhatinên kuncî: 1-Pê?îya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek ba? e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo  rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bron?îtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- A?ikê rahet dike .10 - Kolesterol û ?ekirê xwînê dadixe. 11- Pê?iya pence?êran, xasma ya pi?ikê digire. 12- Ji bo nexwe?iyên kezebê tê bikaranîn. 13- Çerm û por nerm û xwe?ik dike, ê?ên bedenê dikê?e û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof  Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek ?îfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û pi?tî 30 deqîqan xwe di?on”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexwe?iyên kezebê tê bikaranîn; zikê? û qebizê ji holê radike, a?ikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku ?ekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên ê?birên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xwe?ik dike. Ji bo nexwe?iya ?ekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Li gor lêkolîn û cerbandinên Zanîngeha Purdeu li ABD, vîtamîn “E“ya di kuncî, behîv û genimok de, pence?êra prostat û pi?ikê rawestandiye (sekinandiye) û xisarê nade hucreyên saxlem. Dr. Qîng Jiang dibêje: “ Di tabletên vîtamin ‘E’ de, madeya forma Gamma – Tocopherol” nîne. Ew made bi tenê bi rêyên xwezayî tên standin. Ev made li dijî pence?êrê ye (antî kanserojen) û pê?iya edavan jî digire”.

Bikaranîn : 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1-     Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û pa?ê xwe bi?on. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pi?ta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xwe? bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xwe?tir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3-    Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de ki?il (kils) heye û ê?ên giran dikê?înin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bire?înin

( pê werkin )

Ev nivîs 571 carî hatiye xwendin


Şirove bike