Lêlê temam ma lolo

Dewleta Tirko bi salan serokên Kurdên ba?ûr wek “seroke?îr” û pi?tgirên terorê destnî?an dikirin. Lê dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kadînê ye”. Tirk jî êdî hew karin rastîyan ve?êrin û xwe bixapînin ji ber, êdî rew?a Kurdên ba?ûr rew?ek din e û serokên wan jî di mercîyên bilind de xwedî desthilatdar in, xwedî gotin û rêz û paye ne.

Cara yekem e ku serokekî Kurdên ba?ûr û hem jî endamê malbata Barzanîyan, bi fermî serdana Tirkiyê dike û ji alî rayedarên Tirkiyê ve bi dilxwe?î tê pê?wazîkirin. Helbet berjewendî û hesab û kitêbên pê?erojê di têkilîyan de rol û bandorek mezin dilîze. Tirk dixwazin bi rêya Kurdên ba?ûr di Rojhilata Navîn de bibin xwedî erk û gotin û hetta PKK jî ji ber xwe bidin alî û Kurdekan jî dixwazin bi rêya Tirkiyê xwe bighînin Ewrûpayê nav civaka medenî. Ango, herdu alî jî muhtacî hevkarî û têkilîyê ne. Ev ne ?erm e û ne jî qebhet e. Lê wê ev têkilî û hevkarî, wê ev hesab û dolab li ser berjewendîyên Kurdên bakur bi çi rengî bên bikaranîn ciyê pirs û meraqê ye. Hêvî ew e ku Kurdên ba?ûr Kurdên bakur nekin qurbana berjewendîyên xwe û xewn û xeyalên me têk nebin.

Werhasil, ezê zêde dirêj nekim û nekevim nav lotik û zîtirkên kûr û dûr. Lê bi hatina kek Nêçîrvan “lêlê” temam bû û ma “lolo”. Li gora ku “lêlê” temam bû û bi hatina Nêçîrvan Barzanî sînorên navbera Tirkiyê û Kurdên ba?ûr hatin çirandin, bi xêr û selamet wê “lolo” jî temam bibe û di demek nêzîk de serok Mesûd Barzanî jî bê Tirkiyê.  Ev jî tê wateya qebûlkirina rastîyan, rêzgirtin û payedarîya Kurd û Kurdistana ba?ûr.

Bi Kurd û Kurmancî; Tirkan tifa xwe alast û dîtin ku bi tirr û fisan tenûr germ nabe û hûn sax…

About The Author

4 thoughts on “Lêlê temam ma lolo

  1. Ez di bawere deme binemala Barzani ye nemir u bi taybeti heta kek Mesud sax be qet u qet kareke li diji Kurden bakur nae kirin.
    Bila em ji rasteqin bin, Kurd pewisti bi tekiliyen dewleten ciran hene u nabit em hemi deriya li xwe bigirin u li Kurdistane isole bikin.
    Mashellah 20.000.000 Kurd li Bakure Kurdistane dijin u bila ew ji jehati bin u bizava xwe xurtir bikin dako mafen xwe yen rewa bi dest bexin.
    Bi ditina min xrabe dema bashure Kurdistane peywendiyen xwe li gel Tirkiyeye bash bike, em bejin ko ew li ser hesabe PKK ye, her wesa herdem serok Barzani gotiye ko PKK ne rekxistinek teroristi ye.

    Hevidarin ev core hevdtine berdewam bin u bila Kurden bakur ji pishtevanen ve chende bin.

  2. Ez jî dibêjim ew dem û dewran bi dawî hatin gava dewletên dagîrkerê Kurdistanê kurdên ba?ûr dibirin ser yên rojhilat û bakur û ew xwe bi xwe jî diberdan pêsîra hev. Ma PDK bi alîkariya Seddam YNK ji Hewlêrê dernexist? Û YNK jî bi alîkariya pasderên îranî PDK ne vegerand ta Koysinceq û Serê Re?? Man wan bi hevre digel le?kerên tirk nexwestin sed bavî ji PKKe re çê bikin? Kurdekanên ba?ûr dizanin ku tenê 20 milyon bakurî li pi?t wan in. Rovîtiya Davudoglu û Erdo dê bibe bela serê wan. Ne kakecan yên berê ne û ne jî kurdên bakur kes dikare zora wan bibe.

  3. ev ninaye hin tirnina maye nicirvan berzani xew ji desmejde xist ü niha bi cenabete diba xwe bi exa sor halabike. hewar hey hawar xwki li sere ??N??I??Z??A??N??A. ez dibem qey we ji fam kir xwarzyane mini delali

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.